Arîşeya “Sînorên” Kurdistan dijwar dibe

Arîşeya “Sînorên” Kurdistan dijwar dibe

Li gorî ku di Ajansa Nûçeyan Firatnews de hatî diyarkirin, TEV-DEM ê daxuyanî da û weha got; Hikûmeta Başûr bi helwesta xwe hevkariya ambargoyê dike

Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), destnîşan kir ku hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê gelek caran soz daye ku Deriyê Sînor ê Sêmalkan veke, lê ev soza xwe bicîh ne aniye û bal kişand ku hikûmeta herêmê bi vê helwesta xwe dibe hevkara ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê.

Desteya Rêvebir a TEV-DEM’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demeke ku herêma Efrînê ji aliyê komên çete ve hatiye dorpêçkirin û êrîş pêk tên de, hikûmeta başûrê Kurdistanê jî Deriyê Sînor ê Sêmalka girtiye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikûmeta başûr bi hinceta ku “deriyê sînor di destê aliyekî siyasî de ye” girtî ye, lê divê hikûmeta herêmê di van demên zor de bi girtina deriyê sînor ê ku ji bo xizmeta gel hatiye vekirin, dixwaze zextê bide ser îradeya siyasî ya herêmê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikûmeta herêmê bi vê helwesta xwe bandora neyînî li ser aboriya herêmê dike û ev jî nîşan dide ku hikûmeta başûr hevkara ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikûmeta başûr gelek caran soz daye ku deriyê sînor veke, lê heta niha soza xwe bicîh ne aniye û derî jî hîn girtî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku welatiyên rewşa wan a awarte heye, dikarin derbasî başûr bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo vekirina deriyê sînor danustandinên bi hikûmeta herêmê re didomin.