Armanc kuştina Demîrtaş nebû

Armanc kuştina Demîrtaş nebû

Hêzên veşartî yên dewleta Tirkiyê û grûpên ser bi wan, bi riya hewlên terora ’’Selahedîn Demîrtaş’’ xwestin çend peyaman ji bo Qendîl û tevgera Kurdî û raya giştiya Tikiyê bişînin:

1- AKP’ê dixwaze bêje, hê parlemento ji bo HDP’ê cihek nîne ku Kurd piştevaniyê lê bikin û dixwazin fraksiyona xwe bikene çeper û awayekî gotara wergerandî ya Qendîlê ji bo xwe parastin û bergîriyê.

Dewlet dixwaze bêje, herdema ku em bixwazin dikarin sembolên we yên mezin hedef bigirin, ji bo vê jî lazime biçûkên we serkêşiyê nekin û bêne bin barê dewletê û çawa em bixwazin wisa tevbigerin û bi me re bin.

2- AKP’ê û Erdogan dixwazin bi her nirxekî destûrê biguherin û sîstema Tirkiyê bikene Komarî û dengê 330 parlemanteran kom bikin, ku bikarin rapirsiyê bikin. AKP’ê 317 deng hene, ji bo vê mebestê jî pêwîstiya wan bi dengên nijadperestên weke MHP’ê heye, bi hewla terora Demîrtaş heya astekî dikarin parlementerên MHP’ê bikin hevdengên xwe û bi her rê û rêbazekî dengên pêwîst bidest bixin.

3- Hewla terorê gelek bi zanebûn û teknîk û lêzanî bûye û fikreke sade ya grûpekê nîne, hewla wan zêdetir tirsandin û nîşandana heybeta Erdogan û ragehandina şerê giştî bi gelê Kurd re ye ku di rastiyê de şerê dewletê bi Qendîlê re ye. Şerê ku ne bidawî hatiye û bidawî jî nayê.

4- Dewleta Tirkiyê di bingehê de ne dikare Demîrtaş bikuje, ne jî karekî wisa ne famane dike. Ger dewlet wî karî bike hemû tişt bidawî dibin û lazime AKP’ê li benda bihîstina teqînan li berdem koşka nû ya Erdogan be, herwiha Qendîl jî wiha bi hêsanî û bi kuştina çend polîsan ji bo tolhildanê bêdeng namîne!

5- Hewla terorkirina Demîrtaş zêdetir ji bo mafdar nîşandana îzole kirina gelê Kurd û şexsê Abdulah Ocalan li Îmraliyê ye û di leystokek wiha de AKP’ê destkeftên mezin bidest dixe û dikare zêdetir sîha kultura Ataturk li hember sîha sultanê nû, wate Erdogan kêm rengtir bike.

Derket ku pêşxistina proseya aştiyê ji bo AKP’ê xwekujî û ava bûna roja Erdogan bû, bo vê mebestê baştirîn rê ragehandina şerê berdewam bi hemû gelê Kurd re li Bakurê Kurdistanê ye. Hewla terora Demîrtaş jî beşek ji vê pîlana demdirêj e.