Artêşa Azad a Sûriyê tevlî Artêşa Sûriyê dibe!

Artêşa Azad a Sûriyê tevlî Artêşa Sûriyê dibe!

Hat îdîakirin ku Artêşa Azad a Sûriyê gotiye ew dikarin bi hêzên rejîmê Beşar Esed re li dijî El Qaîdeyê şer bikin. Rojnameya Independet cihekî berfireh ji mijarê re veqetandiye û nûçeya xwe sipartiya daxuyaniya nivîskî ya Fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê General Selîm Îdrîs a li Stenbolê.

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku Artêşa Azad a Sûriyê, di serî de koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li dijî hemû çekdarên ser bi El Qaîdeyê, di pêşerojê de dikare beşdarî yekîneyên rejîmê bibe. Balkêşe ku ev daxuyanî beriya civîna Cenevre-2 hat dayîn.

Tê gotin ku welatên Rojavayî ji ’cîhadperestên’ diçin Sûriyê bi fikarin û di heman demê de ditirsin ku ev welat veguhere gefeke ’terorê’. Rojnameyê cih daye nêrînên payebilindekî îstîxbaratê yê Rojavayî û bibîr dixe ku divê şaşiyên li Lîbya û Iraqê neyên dûbarekirin. Hat destnîşankirin ku valahiya ewlekariyê ya bi hilweşîna hikûmetên li van welatan re derket holê, ji aliyê komên radîkal ve hat dagirtin.

Rojname di nivîsa xwe de dibêje, ’Mûxalîfên nerm di serî de Brîtanya hêzên Rojavayî tawanbar dikin ku cesaretê nadin gel ji bo li dijî rejîmê rabin ser piyan û ti gavan neavêjin. Li aliyê din komên mîna Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê, Eniya El Nûsra bi alîkariya pere û çekan a Qeter, Erebîstana Siûdî û welatên din ên Kendavê xurt dibin.’

Rojnameya Timesê jî nûçeyeke bi heman rengî weşand û diyar kir ku bi tirsa çekê bikeve destê komên radîkal, Rojava çekan naşîne ji mûxalîfan re. Rojnameyê îdîa kir ku general Îdrîs dijberiya xwe ya li hemberî koma herî xeter ya li dijî ’Esad’ Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê, nîşan daye.

Bi dehan komên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê di dema pevçûnên li Sûriyê de yan beşdarî El Qaîdeyê bûn yan jî bi El Qaîdeyê re tevgeriyan. Di demên dawî de herçiqas agahî tên ku li hinek herêman di navbera hêzên El Qaîde û Artêşa Azad de pevçûn derdikevin jî li gelek herêmên din bi hev re tevdigerin.

Li Sûriyê ku zêdeyî hezar kom derketin holê, gelek kom li dijî mirovahiyê tawanan dikin, gelek ji wan talanî, dizî û ji bo pereyan mirovan direvînin. Bi demê re bandora komên ser bi Artêşa Azad kêm bû û komên El Qaîdeyî hêza xwe zêde kirin. El Qaîde bi taybetî ji Tirkiye û Erebîstana Siûdî piştgiriyê distîne.

Basnews