Artêşa Azad Selîm Îdrîs ji kar dûr dixe

Artêşa Azad Selîm Îdrîs ji kar dûr dixe

Encûmena Leşkerî ya Artêşa Azad a Sûriyê biryar da ku Serokerkanê xwe Selîm Idrîs ji ser kar dûr bixe. Her weha encûmenê kesekî din li cihê Îdrîs hilbijart.

Artêşa Azad ya Suriyê ragehand ku Encûmena Leşkerî ya Artêşa azad bi piraniya dengan biryar daye ku Selîm Idrîsê serokerkanê artêşê ji erkê serokerkanê dûr bixe. Her weha encûmenê di şûna Îdrîs de Ebdilîlah Beşîr ji bo vê postê hilbijart.

Endamekî Encûmena Leşkerî ya Artêşa Azad ya Sûriyê diyar kir ku yek ji sedemên biryara ji kar dûrxistina Selîm Idrîs ew bû ku berî 3 mehan çekdarên Eniya Îslamî dest danîn ser baregeh û embarên çekan ên Desteya Erkanên Arteşa Azad, li Sûriyê.

Her çend Amerîka ji vê guhertinê nerazî jî be, encûmenê ev biryar wergirt.

Selîm Idrîs, sala 1957’an li bajarê Humisê ji dayîk bûye, di sala 2012’an de ji rêzên artêşa Sûriyê cuda bû, û di dawiya wê salê de bû serokerkanê Artêşa Azad a Sûriyê.