Artêşa Misirê Derbeya Leşkerî kir

Artêşa Misirê Derbeya Leşkerî kir

Beriya du rojan artêşa Misirê ji bo li hevkirina desthilat û opozîsyonê 48 demjimêr wext dabû da arîşeyan bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê di nav du rojan de li welat xwepêşandan û pevçûn bi dawî nebûn.Artêşa Misirê li ser vê rewşê derbeya leşkerî pêkanî û serokkomar Muhammed Mursî ji wezîfeyê girt û rêveberiya welêt diyar kir. Opozîsyona Misirê ev agehî bi kêfxweşî pêşwazî in. Lê belê ji aliyê din ve bereya Birayên Misliman pirr bi hêrsin.

Li Misrê xwepêşandanên ku ev çend roj bûn didomiyan bi derbeya leşkerî encam bû. Serok komar Muhammed Mursî yê ku bi hilbijartinê hatibû ser deshilatdariyê, bi derbeyek leşkerî ji desthiladariyê hate dûrxistin. Artêşê meriyeta destûra welat rawestand û biryar da ku heta hilbijartin pêk werin hukûmetek demborî ava bike.

Wezîrê Parastinê û Serokê Fermandariya Giştî Abdulfettah El Sîsî, di gel serokê Eniya Rizgariya Netewî û serokê berê yê Saziya Enerjiya Atomê ya Navnetewî Muhammed El Baradey, şêxê El-Ezher Ahmed El-Tayyîp, patrîkê dêra Kiptî ya ortodoks ya Misirê Kardînal Tovadros û serokê giştî yê Partiya Nûr Celal Merra li hev civiyan.

Serfermandarê artêşê El Sîsî daxuyaniyek da û diyar kir ku serok komariya Mursî êdî b’ dawî bûye û destûra bingehîn jî ne di meriyetê de ye.Artêşê her weha qedexeya derketina derve ji bo Mursî û gelek lîderên Îslamî danî û avahiya serok komariyê jî dorpêç kir.