Awir li ser doza parlementerên girtî ye

Awir li ser doza parlementerên girtî ye

Parêzerên Baroya Amedê ji bo serbestberdana her 5 parlamenterên girtî, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya der barê parlamenterê CHP Mustafa Balbay de weke mînak pêşkeşî Dadgehên Cezaya giran ya 5. û 6. ya Amedê û her weha dozgeriyê kirin.

Piştî ku Dadgeha Destura Bingehîn parlamenterê CHP yê İzmirê Mustafa Balbay serbest berda, parêzeran ji bo serbest berdana her 4 parlamenterên BDP û parlamenterê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, serî li Dadgeha Cezayên Giran ya 5. û 6. ya Amedê dan. Parêzeran biryara der barê Balbay de ku di rojnameya fermî de derket pêşkeşî dadgeh û dozgeran kirin.

Dadgeha Cezayên giran ya 5. mutalaaya der barê parlamenterê Ruhayê Îbrahîm Ayhan de amade kir û pêşkeşê dadgehê kir. Dozgerê bêyî biryara Dadgeha Destûra bingehîn bixwaze serbestberdana Ayhan xwestibû.

Der barê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û Kemal Aktaş de jî ku di Dageha Cezayên Giran ya 6. ya Amedê têne darizandin, Dozgerê Komarê Mehmet Şahîn diyar kiribû ku Heta biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nebe ew nikare mutalaa amade bike.

Piştî ku parêzeran ev biryar pêşkeş kirin, niha awir li ser dadgehane ka dê çi biryarê bidin.