Ax Mesi, Almanan tu, te jî em kirin teres û merezî

Ax Mesi, Almanan tu, te jî em kirin teres û merezî

Doh bê kêf û bê dilê xwe min berê xwe da odeya raketinê. 

Almanan tofanî li Katalanan rakir! Bi 8 golan mala Mesî û Barselonayê li mîratê gerandin. 

Wek hûn zanin, belkî jî hûn nizanin, bi qasî edebîyat û hunerê, pisporîya min a li ser fitbolê jî ne xerab e. Di xortanîya xwe de nêzîkî 15 salan bi awayekî mehelî û fermî min di çend tîmên cuda de bi fitbolê lîst. Nuha jî bi kêfxweşî temaşe dikim-dişopînim. Û wek gelek xortên bêwelat û belengaz, ez jî alîgirekî Barselonayê me, mixabin.

Ax Mesî, ax! 

Almanan tu, te jî em kirin teres û merezî!

Lê...

Axir, piştî "lê"yê hewce nake ez ta bi derzîyê vekim. Çendî bê kêf û bê dilê xwe çûm rakevim jî, bi kêf û bi dilê xwe min serî avêt xewê. 

Ne hûn bipirsin, 

ne jî ez vebêjim...

Vê sibehê çawa min çavên xwe vekirin, li ser youtubeyê min strana "Çîçekê" ji dengê Mem Ararat guhdarî kir. 

Ka bê zalimo tesîreke çawa li derûnîya min kirîye, ev du roj in lê guhdarî dikim nakim, jê têr nabim.

Erê, 

min hestên xwe bi ber bayê stranê ve xistin û kûr û dûr ketim nav bîranînan; çîçekek hat û çîçekek çû...

Piştî min dilê xwe li Mem û Mem jî dilê xwe li çîçekê rehet kir, min xwest çîçekê bi çend versîyonên din jî guhdarî bikim, 

lê ji nişka ve Samîra Tewfîq a ereb derket pêşîya min û 30-35 salekî paş ve çûm. Rehmetîyê bavê min ket bîra min. 

Çîçeka wî jî Samîra Tewfîq bû. 

Dema li ser ekranê mîna sîyeke şevê xuya dibû- televizyon wî zemanî reşûspî bûn-, bavê min jî mîna çawa li ber çîçeka Mem Ararat dikevim nav xewn û xeyal û bîranînan, ew jî bi deng û sewta Samîra Tewfîq kûr û dûr diçû, di nav xewn û xeyal û bîranînên xwe de avjenî dikir.

Rehma wî Xwedayê te bawerî pê anîbû li gora te be!

Û bi guhdarîkirina Samîra Tewfîq, ez careke din li dizî û keleşî û talana tirkan hayîl bûm. 

Muzîka wan a erabesk, stranên stranbêjên wan ên diz û bêrûmet...

Ax Mesî, ax!

Alamanan tu, te jî em kirin teres û merezî!..