Aydogan: Heger pêvajo wesa berdewam bike dê dîsa şer bikeve rojevê

Aydogan: Heger pêvajo wesa berdewam bike dê dîsa şer bikeve rojevê

Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan diyar kir ku di pakêta demokratîkbûnê de xalên ji bo çareseriya pirsa Kurd çîh nagrin. Aydogan destnîşna kir ku heger hikûmet bi hesabên hilbijartinê pêvajoya aşitiyê pêşve bibe dê li Tirkiyê ji nûve pevçûn bikevin rojevê.

Şaxê BDP’ê yê navçeya Sîwerega Ruhayê, li gundê Qerekêçiyê ahenga bi navê ’aştî û demokrasî’ pêk anî. Parlamentera BDP’ê yê Amedê Nûrsel Aydogan, Parlamenterê Ruhayê Îbrahîm Bînîcî û parlamnterê Bitlîsê Hûsameddîn Zenderlîoglu jî beşdarê ahengê bûn. Di ahengê de Nûrsel Aydogan axaftinek kir û diyar kir ku di pakêta demokratîkbûnê de jî bo çareseriya pirsa Kurd ti xal nehatine destnîşan kirin. Aydogan got: ’Çi gava mafên Kurdan bihêne misogerkirin wê demê dê navê pakêtê bibe demokratîk. Heger ev pêvajo bibe qurbanê hesabên hilbijartinan dê li vî welatî ji nûve şer destpê bîke.’

Her weha Aydogan dazanîn ku heger di nava pakêtê de ji bo naskirina nasname û zimanê Kurdî ti xal nebin higî eve nabe pakêta demokratîkbûnê.

Nûrsel Aydogan di berdewama axaftina xwe de ji beşdaran re got ku tekoşîna azadiyê yekem car li van axan pêşket û yekem car cangoriyan xwîna xwe li vir rijandin. Aydogan got: ’Bila vê tiştê baş bizanin ku gelê Kurd dê her serbikeve. Ew dixwazin ev tekoşîn mezin nebe, çi rê nema ku neceribandin. Li Ruhayê ev hinde erd heye, lê temaşe bikin gelê Ruhayê birsiye. Gelê me diçe cotkariya ji derve, eve polîtîkayeke dewletê ye.’

Di ahengê de parlamenterê Ruhayê Îbrahîm Bînîcî axivtinek bi Kurdî kir û diyar kir ku serokê partiya nijadperest MHP’ê Dewlet Baxçelî dema sond xwariye gotiye hebûna min goriyê hebûna Tirk be û got: ’Ez jî ji vê derê dibêjim ku bila hebûna min goriyê tekoşîna azadiya Kurdan be.!

Piştî axaftinan hunermendan stran gotin û govend hate gerandin.

Rewanbej.net