Azad Cundiyanî dest ji karkêşa

Azad Cundiyanî dest ji karkêşa

Peyvdarê fermî yê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK  Azad Cundiyanî dest ji kar kêşa.

Piştî hilbijartinên herêma Kurdistanê YNK bibû partiya sêyemîn û hêzeke mezin wenda kiribû. Piştî van encaman çavê hemû kesan li ser YNK bû. Eve demeke ku nîqaşên destjikarberdana rêvebiriya YNK di rojevê de bû. Piştî Hêro Îbrahîm Ehmed û cîgirê wê niha jî peyvdarê fermî yê polîtburoya YNK Azad Cundiyanî di civîna doh ya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de bi awayek fermî ragehand ku ewî dest ji kar kêşaye.

Cundiyanî beriya niha diyar kiribû ku ew dê dest ji kar bikêşe, îro bi awayek fermî ev biryara xwe di civîna politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de aşkira kir.