Bajarê Rjukan dê bi eynikan bête ronahînkirin

Li Norwecê bajarê Industriyê Rjukan dê bi rêkekî seyr bête ronahîkirin.
Bajarê Rjukanê bi taybet zivistana ji ber çiyayên dewrû berê xwe di nava tariyê de dimîne. Bajarê Rjukan ji bo ku ji vê tarîtiyê rizgar bibe êdî şêwazekî ronahîkirinê yê taybet hate bikaranîn. Bajar êdî dê bi rêka eynikan ve bête ronahîkirin. Sê eynikên ku her yekî ji 17 metroyê çargoşe pêk tên dê bi tevayî roniya tavê veguhezînine 600 metreyên çargoşe yên bajêr.
Serkêşê projeyê Oystein Haugan di derbarê vê pêngavê de weha got;
“Di mehên zivistanê de tavik gelek giringe. Em li vî bajarî şeş mehan bêyî ku tavê bibînin dijîn. Bêgûman em roniya tavê dixwazin. Ji ber vê sedemê jî ji bo çareseriya vê arîşeyê me biryar da ku em eynikan daynin ser girên bilind. Karekî dîntiye û ewqasî jî pêkene lê mirov gelek jê razî ne.”

Bi arîkariya bernameyeka computerê eynikên ku heyî têne meşandin û bi vî rengî navenda bajêr her demhijmêra rojê tête ronîkirin. Cara yekem ev karê ku mirov berî 100 salî hizirîbûn di sala 2006 ê de li bajarê Viganella ya Italya hatibû pêkanîn.

 

rewanbej.net