Bajarê Zeytûnê | Karox Fahmî

Karox Fahmî
Ji soranî: Dêrsim Oremar
Efrîn bajarekî biçûk li ser nexşeya cîhanê û biqasî hemû cîhanê ye di dilê şervanekî xwe cîh de... Dilxwazên navnetewî ji Parîs, London û Chicagoyê berê xwe didinê, lê xwefiroşekî xwemalî daxwaza zêdetir vemana li Astanayê dike... Efrîn pênce kîlometra ji Deryaya spî ya naverast dûre û pênce cm ji cehnemê...
Reşpîstekî Emerîkî yê bi esil Efrîqî xwe bi qurbana vî bajarî dike... Cehşekî kilik biriyê Başûrî dibêje: dîktator hûkmê lê dikin...
Efrîn li kuderê ye?
Neviyên Fatih, zeytûnê ji sureteke pirtûka pîroz deyin dikin...Atheîstek li sînahiya dareke wê de berxwe dide Li Efrînê Avesta bi komeke narincokan (bombeyên destî) tankeke neviyên Murda û Suleymanê Qanûnî dişîne rûbarê şêra... Li Hawaiiyê ducanî bûna Kilye Jennerê nûçeya rojê ye...kî/ê Avestayê nas dike? Nebêj nas nakim.
12 demjimêr jiyana di tunelê de jiber tirsa firokeyan Encerlikê wîjdana kesî/ê şiyar nake. Lê rizgar kirina pisîkeke asêmayî di gumeke avê de li Torentoyê liser internetê bi miliyonan bîner heye... Kurd biqasî mêşekî ji bo cîhanê serêşiyê çênakin, Û navê Kurdan biqasî qûnên Kim Kardashianê di Internetê de nayê search kirin.
Karê Kurdan hêsane...ji dema Keyxusro fêr bûne bi tune hesibandinê, ji serdema Zerdeşt ve hîn bûne bêne tekfîr kirin. Ji dema Yêzdîn şêr ve hînî maç kirina destê dijmin bûne. Belkî gerdûn jî ewqas bi vê yekê dilxweş nebe ku miletek bi navê Kurda li ser pişta wî bijî, pişta zeviyê diêşe û ji vê bargiraniyê bêzar bûye...
Efrîn li kuderê ye?
Rojnamevan bi kamerayên xwe yên Nikon di erebeyên xwe de liber deriyê mala Kylie Janner sekinîne da ji mala xwe derkeve... Rojbîn jî li Efrînê bi kameraya snîpera xwe çavdêriya eskerekî xelkê Izmirê dike ku li pişt tankekî xwe veşartiye...
Bayê meha Rêbendanê çiqilên dar zeytûnên Efrînê diweşîne, Trump xwe amade dike da Caviarê tevî şeraba sor vexwe... Û di nav tunelên sar û şêdar yên Efrînê de zarokek nikare piyên xwe ji bo razanê dirêj bike...
Efrîn li kuderê ye?
Putîn di dema vexwarina qehweya sibê de biryara vekişîna hêzên xwe ji vî bajarî îmze dike û navçeyê radestî gurên Ebdulhemîd dike... Efrîn li kuderê ye? Li nûçeyan dinêrim da di kêliyeke hevdem de hesta xwe biçûk dîtin û şanaziyê min dagîr bike... Derewa neke, xwe nexapîne, cîhan rêk keftiye li ser buhayê xwîn û goştê te, guhên xwe bi pembûyê kerr neke, dengê na edaletiyê bilinde.... Berxwedana Efrînê berevaniya ji nasiyonalîzmê nîne, ji îman, ji axê jî...Berevaniya ji azadiyê ye... Dizanî azadî çiye? zehmete fêm bikî! Efrîn li kudera azadiyê ye? Rojek tê ku bajar bi xwe bersiva wan hemû pirsan bide...
Bi berxwedan û serî netewandinê...