Balyozê Emerîkayê derdikeve çiyayê Agirî

Balyozê Emerîkayê derdikeve çiyayê Agirî

Balyozê Emerîka yê Enqerê Francis Ricciardone di gel hevjîn û keşa xwe derdikeve çiyayê Agirî (Araratê)

Riccairdone doh danê nîvro di gel hevjîna xwe û keşa xwe cihên dîrokî yên bajarê Agiriyê geriye û paşî hate Bazîdê. Ricciardone evro danê sibê berê xwe da çiyayê herî mezin yê Kurdistanê çiyayê Agirî.

Ricciardone bi tevê malbata xwe bi wesayitê hete 2 hezar 200 metreyên çiyayê hilkêşiya. Ji wir û pê ve jî di gel rêberek taybet dest bi hilkêşandinê kir. Dihête payîn ku Ricciardone dê heta 3 hezar 200 metroyan hilkêşe û di roja sêyem de jî berê xwe bide lûtkeya çiyayê Agirî.