Balyozê nû yê Emerîka li Hewlêrê dest bi karê xwe kir

Balyozê nû yê Emerîka li Hewlêrê dest bi karê xwe kir

Felah Mistefa berpirsê peywendîyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li her du konsulên berê û nû yên Amerîkayê yên li Hewlêrê kir û di civînekê de peywendiyên navbera Amerîka û Kurdidstanê hatin baskirin.
Di civînê de, Felah Mistefa kar û xebatên konsulê berê yê Amerîkayê bilind nirxandin û got ku, Pul Stefan konsulê berê yê Amerîkayê li Hewlêrê di zêdetir pêşxistina peywendîyên di hemû waran de navbera Kurdistan û Amerîkayê de roleke ber bi çav hebû. Herwesa Mistefa pîrozbahîya dest bi kar bûna konsulê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Jozêf Penetin kir.

Berpirsê peywendîyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê go ku, hikûmeta herêma Kurdistanê û bi tyabetî fermangeha peywednîyên derve ji bon berjewendiyên her du aliyan û ji bon zêdetir pêxistina têkeliyên siyasî, aborî û kulturî amade ye hevkarî û hevhahengiyê bi konsulê nû yê Amerîkayê re bike.

Rewşa herêma Kurdistanê, xebatên çareserkirina kirîza siyasî û emnî ya Îraqî û bûyerên herêmî di civînê de gotûbêj kirin.

 

PNA