Ban Ki-Moon: Bêyî destûra NY êrîşa Suriyê dê aloziyê kûrtir bike

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon, Emerîka û Fransa şiyar kir û got ku heger êrîşa li dijî Suriyê bi destûra konseya ewlekariya NY be dibe yasayî.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon, li navenda NY ya New Yorkê daxuyaniyek da çapemeniyê û der barê destwerdana Suriyê de axivî û diyar kir ku bêyî destûra konseya ewlekariya NY êrîşek pêk bihêt eve dê bibe egera tevlêheviyekê din.
Ban Ki-Moon da zanîn ku nimûneyên şandeya lêkolîner ya NY ji herêmê kom kirine dê sube bigehin labaratuarê û bihête lêkolîn kirin. Ban Ki-Moon got ku beriya lêpirsîn bi encam bibe dê şande carekdin vegere Suriyê.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon, şiyarî da Emerîka û Fransayê û daxuyand ku li gor peymana NY, êrîşên bi vê awayî tenê di dema parastina rewa de an jî dema ku konseya ewlekariya NY destûr da, dikare bihête pêkanîn. Ban Ki-Moon got: ’Beriya destwerdana Suriyê divê em nehêlin li vî welatî zêdetir xwîn birije û li çareseriyên polîtîk bigerin.’ Bi vê awayî Ban Ki-Moon diyar kir ku ku bêyî destûra konseya ewlekariya NY dê aloziya li Suriyê kûrtir bike.
Rewanbej.net