Bandora Veguherîna Rewşa Avûhewayê Li Ser Koçberiyê

Bandora Veguherîna Rewşa Avûhewayê Li Ser Koçberiyê

“Veguherîna rewşa avûhewayê dê rê li ber koçberiyên pirr mezin vebike.” Em vê yekê ji rapora nû ya Environmental Justice Foundation (EJF) dizanin. Environmental Justice Foundation, dezgeheke civakî yê neferma/sîvil e û ji bo mafê mirovan û parastina xwezayê têdikoşe.

Rewşa avûhewayê dê di 10 salên şûnda bandoreke mezin li gerdûnê bike û ji deh mîlyonê zêdetir mirov ji ber rewşa xerab ya avûhewayê têkevin rê û dirban. Lêkolîner diyar dikin ku ji ber rewşa avûhewayê li darê dinê aloziyeke mezin yê heya vê gavê nehatiye dîtin, çêbibe û daxwaz dikin ku ji niha ve bi awayeke fermî pêşî li bêtarê mezin bihêt girtin.

Li gor bîr û baweriya lêkolîner û hêzên ewlekariyê yên Amerîkayê dê aloziyeke pirr mezin çêbibe ku qrîza Sûriyeyê li ber wê qrîzê melûl û zelûl bimîne. Stephen Cheney wiha dibêje; “Eger problema Ewropayiyan bi qrîza Sûriyeyê û penaberiya ji welatên din heye, bila li min biborînin, bîst salên din şûnda qrîzeke ji qrîza a niha xirab û mezintir li benda Ewropayiyan e. Dê ji Sahel û başûrê Afrîkayê qor bi qor berê xwe bidin bakurê Afrîkayê û ji wir jî xwe bigihînin Ewropayê. Helbet em qala mîlyonek an jî du milyonê nakin, em qala 10 mîlyonê heya 20 mîlyonê dikin.”

Lêkolîner encama lêkolîna xwe eşkere kirine û ji welatên seranserê cîhanê daxwaz dikin ku bi hev re li çareyê bigerin û dîsa dixwazin serekê welatên mezin yên hefteya pêşiya me li Almanyayê dicivin, hişyar bikin. Ji rapora dezgehê dihêt dîtin ku rewşa avûhewayê beriya şerê li Sûriyeyê biqewime, bandor li jiyana rojane kiriye û bêgav mane ku koç bikin. Di navbera sala 2006 û 2011an de mîlyonek û nîv kes koçber bûne û berê xwe dane bajarên mezin. Pirraniya vê hejmarê bê kar, xwarin û av mane.

Çavkanî: Environmental Justice Foundation (EJF)