Baroya Amedê piştgiriyê dide referandûmê

Baroya Amedê piştgiriyê dide referandûmê

Baroya Amedê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê dê şandeyeke çavdêrî bişîne başûrê Kurdistanê û dê li gorî encama referandûmê ji bo raya giştî ya cîhanê raporekê amade bike û pêşkêş bike.

Serokê Baroya Amedê Ehmed Ozmen ji Rûdawê re axivî. Ozmen da zanîn ku wan şandeyeke ji heft kesan pêk tê diyar kirine yê di 25\'ê îlonê de li başûrê Kurdistanê çavdêriyê bike. Her wiha şande dê hem li sindoqan binêre û hem jî dê çavdêriya referandûmê bike.

Ozmen da diyarkirin ku ji bo referandûmê bişopînin, wan bi navbeynkariya parêzerên sendîkaya Hewlêrê serî li Konseya Bilind a Referandûmê daye.

Serokê baroyê der heqê lêkolîn û çavdêriya referandûmê de wiha pê de çû:

\'\'Em ê wekî şande biçin herêma Kurdistanê. Em ê hem bi Konseya Bilind a Referandûmê re hevdîtinan pêk bînin, hem jî bi saziyên din ên fermî re hevdîtinan pêk bînin. A yekemîn em ê der heqê referandûmê de agahiyan kom bikin. A duyemîn jî em ê bi xwe çavdêriya sindoqan bikin.\'\'