Barzanî bi nûnerên partiyên Rojava re hevdîtin pêkanî

Barzanî bi nûnerên partiyên Rojava re hevdîtin pêkanî

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel nûnerên partiyên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtinek pêkanî. Barzanî di hevdîtinê de diyar kir ku daxwaz ewe hêza Kurd ya Rojava bibe yek.

Malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê ragehand ku serok Barzanî îro danê sibê li havîngeha Selahedîna Hewlêrê bi serok û nûnerên partiya nû ya Yekitiya Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê re hevdîtinek pêkaniye. Di hevdîtinê de sekreter û nûnerên El Partî, yên her du Partiyên Azadî û Partiya Yekitiya Kurdistanê amade bûn. Li gor nûçeyê di vê hevdîtinê de behsa avakirina partiyeke nû ya bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê hat kirin.

Berpirsên partiyên Rojavayê Kurdistanê danezanîn ku mebesta wan nêzîk kirina hêz û partiyên Rojavayê Kurdistanê ye. Her wiha ev yek dê bibe sedema bihêzbûna Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û pêşveçûna doza rewa ya gelê Kurd li Sûriyê.

Serok Barzanî jî  ji ber avakirina partiya nû hêvîdariya xwe derbirî û daxwaz kir ku ev yek bibe sedema bihêzbûna Kurdan li rojavayê Kurdistanê. Barzanî ragihand, siyaseta Herêma Kurdistanê li hember rojavayê Kurdistanê ew e ku aliyên Kurd nêzîkî hev bibin û siyaseteke wan a hevbeş hebe.

Barzanî her wiha destnîşan kir ku tişta ku bo wan girîng e ew e ku Sûriye bibe welatekî demokratîk û mafên gelê kurd û pêkhateyên din were misogerkirin.

Terorîst li Suriyê jî bin emê êrîşê wan bikin

Ji aliyê din ve Serok Barzanî der barê êrîşa 29’ê Îlonê ya li Hewlêrê jî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî  û got: “Heger terorîst li Sûriyê jî bin emê êrîş bikin ser wan.”

Barzanî diyar kir ku êrîşa Hewlêrê tenê ne êrîşek bû û hinek êrîşkarên din jî xwestine çalakiyê bikin, lê beriya ku çalakiya xwe encam bidin hatine destgîrkirin.

AFP’ê di nûçeya xwe de ragehand ku berpirsyariya êrîşê rêxistina terorîstî ya Dewleta Îslamî ya Ira-Şamê girtiye ser xwe. Nûçe dibêje di demên dawî de li Rojava di navbera şervanên Kurd û cîhadperestan de pevçûnên dijwar diqewimin. AFP’ê diyar kir ku Kurd li dijî êrîşan ketine seferberiyeke giştî û got, “Bi vî rengî şervanên Kurd li gelek herêman cîhadperest derxistin.”

Ajansê destnîşan kir ku ji Adara 2011’an dema destpêkirina serhildana li dijî rejîma Sûriyê û vir ve Kurdan xwe ji nakokiyan dûr xistine û got, “Armanca Kurdan, kontrolkirina herêmên xwe ye.”