Barzanî bi polîtburoyên YNK û PDKê re civiya

Barzanî bi polîtburoyên YNK û PDKê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî di gel polîtburoyên YNK û PDKê civiya û piştî civînê  hat ragihandin di dema pêş de dê Barzanî li ser pirsa dirêjkirina dema serokatiya xwe û hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li gel hêz û partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê re jî bişêwire.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro piştî civîna xwe ya li gel hêz û aliyên siyasî yên derveyî desthilatê, li gel polîtburoyên YNK û PDKê jî civiya. Di dawiya civînê de daxuyaniyek hate belavkirin û hate ragihandin ku di civînê de li ser pirsa dirêjkirina heyama serokatiya Herêma Kurdistanê, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê her wiha rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn hatiye axavtin.

Li gorî daxuyaniyê, Barzanî behsa serdana xwe ya derve û bi taybet Fransa kiriye û daye zanîn ku di çend rojên dahatûyî de dê serdana Bexdayê bike û li gel rayedarên Iraqî bicive.

Çavkanî: Rudaw