Barzanî bi şandên ENKS û PYDê re civiya

Barzanî bi şandên ENKS û PYDê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, digel şandên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civiya.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro (16.12.2013) piştî nîvro, li devera Pîrmamê ya Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke ENKSê û şandeke PYDê kir.

Di civînê de ku Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî amade bûn, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û nakokiyên navbera ENKS û PYDê hat axaftin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku partiyên Rojavayê Kurdistanê civîneke din sibê (17.12.2013) pêk bînin da ku bigihîjin helwestek hevbeş a siyasî li Rojavayê Kurdistanê.

Hat zanîn, beriya civîna piştî nîvro, Barzanî digel şanda PYDê ya bi serokatiya Aldar Xelîl re civiyabû û li ser yekrêziya nav kurdên Rojava tekez kiribû.

Her wiha Barzanî duh (15.12.2013) jî bi nûnerên partiyên endamên ENKSê re civiyabû.

Rudaw