Barzanî derbarê sedema dirêjkirina serokatiya xwe peyamek weşand

Barzanî derbarê sedema dirêjkirina serokatiya xwe peyamek weşand

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî der bar3e sedema erêkirina maweya serokatiya xwe peyamek weşand:

Eve jî dirêjahiya peyamê ye:
Ji min re xweştirîn biryar ew bû ku di 16 saliya xwe de bûm pêşmergeyê Kurdistanê, ji bo azadî û mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurdistanê û rizgarkirina axa Kurdistanê. Pêşmergetî şanaziya jiyana min a herî mezin e. Di her pile û postekê de, min bi giyanê pêşmergeyan kar û xebat kiriye û bi bîr û baweriya pêşmergeyan ji bo berjewendiya gelê xwe xebitîme. Li ser vê bingehê, min hemû postên xwe xistine berjewendiya bilind a welatê xwe de.

Ez pir serbilind im ku ji destpêka serhildana bi rûmet a gelê Kurdistanê di bihara 1991 de, wek pêbendiyekê bi armancên me yên azadî û demokrasiyê di dema şoreş û xebata pêşmergetî de li çiyê, herwiha wek erkekî niştimanî û bihêzkirina bingehên demokrasiyê û damezrandina sîstemeke siyasî û îdarî ya demokratîk, min daxwaz kir ku Bereya Kurdistanî di demeke herî zû de hilbijartineke azad çêbike, da ku gelê Kurdistanê bi rêya sindoqên dengdanê, çarenivîs û sîstema xwe ya siyasî diyar bike.

Ji wê demê ve gelê Kurdistanê, bi alîkariya hemû aliyên şoreşger ên Kurdistanê, dest bi proseyeke demokraîtk kiriye. Niha jî bi piştevaniya Xwedayê mezin û alîkariya dilsozan û xebat û berxwedana gelê me, pêşketinên mezin di hemû astên jiyana xelkên Kurdistanê de pêk hatine. Herwiha ji ber vê yekê, îro navdariyeke Kurdistanê ya baş heye di warê aramî û cihgirtina sîstema siyasî û aramiya rewşa elwekarî û hevjiyanê de. Herwiha pêşketinên di warê aborî û avakirinê de, roj bi roj nav û dengê Kurdistanê li cîhanê bihêztir dikin.
Di dema borî de li Herêma Kurdistanê, wek beşekî ji karê demokratîk, gotûbêj û gengeşeyeke zêde li ser xweza û danasîna sîstema siyasî û projeya destûr derket holê, ku mixabin reftara tund a hinek aliyan, proseya siyasî ber bi kirîzê bir.

Ji bo çareseriya vê kirîzê û pêşkêşkirina mînakeke ciwantir a demokrasî û girêdana bi yasayê ve, min nameyeke fermî ji Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan re şand, da ku di meha 9 a îsal de hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê bên çêkirin. Bi vî awayî, min erkê xwe bi cih anî, bi rêya şandina nameyê û daxwazkirina çêkirina hilbijartinan û pişt re destnîşankirina dema hilbijartinan, ku ew jî roja 21.09.2013 bû. Piştî vê fermanê û berî derketina wê jî, cudahiya bîr û baweriyan li ser mîkanîzma hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê hebû, ku gelo li gor yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê ya hejmar 1 a sala 2005 a serastkirî û projeya destûrê be, ku serokê Herêma Kurdistanê rasterast ji aliyê xelkê bê hilbijartin. Yan li gor daxwaza çend partiyan be û serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoyê bê hilbijartin.

Herwiha da ku em bikarin bi hevrekarkirineke baştir li ser wan pirsan teqez bikin û da ku em mînakeke ciwantir a Herêma Kurdistanê nîşanî gelê xwe û derve jî bidin, herwiha da em bikarin bingeha lihevkirin û tifaqeke niştimanî ya jidil biafirînin û aliyên siyasî û pêkhateyên civaka Kurdistanê, têbînî û nerînên xwe li ser awayê hilbijartina serok û projeya destûrê pêşkêş bikin; min bi nameyekê doz li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku têbîniyên xwe li ser projeya destûrê ji me re bişînin. Piştî gihiştina nameyan, min doz li serokatiya parlamentoyê kir ku bi tevahiya hêz û pêkhateyên civaka Kurdistanê re bicivin da ku bigihin encamekê û tifaqek bê kirin.
Armanca min ew bû, ku tifaqa aliyan li parlamentoyê û têbîniyên hemû pêkhateyan bibin nexşe-rêyeke baştir, da ku em nimûneyeke ciwantir a demokrasiya Kurdistanê pêşkêş bikin û bingeheke bikêrhatîtir ji bo hilbijartinan misoger bikin, û wê demê jî bi awayekî vekirî ji gelê Kurdistanê re ragihînim ku, ez wek kes ti niyeteke min nîne xwe careke din berbijar bikim û rêza hemû yasayan digirim û emaneta serokatiya Herêma Kurdistanê didim destê her birêzekî din ku tê hilbijartin.

Lê mixabin opozisyon di wê yekê de ku alîkariya serxistina proseyê bikin, bi ser neketin. Lê bi wî awayê reftarên xwe ku aliyên din qebûl nakin, hewldan û prose têk birin. Di vir de jî eşkere bû ku têgeha tifaqê li cem opozisyonê tenê ferzkirin û cîbicîkirina daxwazên wan e, bêyî ku guh bidin daxwazên aliyên din. Bi redkirina beşdariya opozisyonê di civînên serokatiya parlamentoyê de bi aliyên Kurdistanê re, astengî ji bo wan civîn û hewldanan hatin çêkirin.

Dixwazim li vir bi awayekî pir eşkere bêjim, tifaqî û lihevkirina niştimanî ne ew e ku tenê PDK û YNK û hersê aliyên opozisyonê li hev bikin, lê tifaqa niştimanî girêdayî wan û aliyên din û pêkhateyên cuda cuda yên din ên Kurdistanê ye jî. Bi rastî, ev nerîneke pir teng û partîzanî ji tifaqa niştimanî re ye. Projeya destûr di dema xwe de, ji aliyê 36 partî û hemû neteweyên Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin. Ji ber vê yekê nabe îro bên piştguhkirin û dûrxistin, çiku ne tenê ew pênc alî li Kurdistanê hene. Li vir careke din dozê li hemû aliyan dikim, ber bi lihevkirineke niştimanî li ser pirsa destûr gavan bavêjin, û ez jî bi hemû hêza xwe piştevaniya we dikim. Bila em kirîza siyasî çênekin, da ku em aramiya jiyanê li gelê Kurdistanê têk nedin û, em hemû hêz û giraniya xwe bixin ser wê yekê ku em sûd ji wan derfetan werbigirin ku îro li navçeyê ji neteweya me re derketine holê.

Tiştê ku ji min bê, ji bo çêkirina tifaqeke nû, hewl didim. Gelê Kurdistanê û partî şahidiya wê yekê ji min re didin ku, di dema pejirandina projeya destûra Herêma Kurdistanê di sala 2009 de ji aliyê parlamentoyê, min hewldaneke zêde kir da ku lihevkirin li ser çêbibe û bi dilê hemû aliyên Kurdistanê be; û ez li ser wê yekê mam ku divê nerîna hemû netewe û aliyan tê de cih bigire, wiha jî hat kirin û dû re deng li ser hat dayîn. Vê carê jî min dixwest dûrî heytehol û xirecirê eynî bingehê ji tifaqeke niştimanî re çêbikim.

Mixabin opozisyonê, bi reftar û awayê mameleyê, di van 4 salên borî de, ev nerîna beşekî mezin ji xelk û aliyan li ser xwe sepandiye, ku bi ti tiştî razî nabin. Herwiha lihevkirin li gor şirovekirina wan sepandina bîrûbaweriyên wan e. Ev jî berevajî rê û nerîtên siyasî û demokrasî ye. Opozisyon nikare doza lihevkirinê bi pirraniyê re bikin û mercên wan ew be ku dozdariya kemîneyê bisepînin. Ev dîktatoriyet a kemîneyê disepîne. Ev jî nebûye ezmûneke serketî. Di cîhana nû û demokrasî de jî bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Divê aliyên opozisyonê zanibin ku ji pêvî PDK û YNK jî, gellek partî li Kurdistanê hene, di dijwartirîn rojên bindestiyê de mezintirîn fidakarî kirine ji bo bervedêriyê di ber hebûna Kurdan û mana navê Kurdistanê de. Herwiha gellek partiyên din ên yasayî hene îro axaftina wan heye bo pêşketina Kurdistanê, nabe rê bidin xwe ku hewla wê yekê bidin ku ew deng ji aliyê dezgehên bilind ên Kurdistanê ve li ber çav neyên girtin, yan rê bidin xwe ku bi awayekî ji biçûkxistinê behsa wan bikin. Ev bi ti awayî ne nerîteke demokrasî ye. Lewma dozê li birayên opozisyonê dikim, ku bi dilekî firehê hevduqebûlkirinê. Herwiha li gor bingehên demokrasî, dirêjiyê bidin kar û çalakiyên siyasî yên yasayî. Wiha jî hemû reftar û mameleya wan li ser bingeha qebûlkirina yên din be.

Gelê xweragir ê Kurdistanê..
Parlamentoya Herêma Kurdistanê, di roja 30.06.2013an de bi desxistina du yasayan, dema parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê dirêj kir. Ev jî bû sedema derengketina hilbijartina serokê Herêma Kurdstanê.
Li vir dûbare dikim ku ti demê nebûme dilbijê kursî û postê.
Îro jî naxwazim dîroka xwe ji xebata bo rizgarî û azadiya Kurdistanê bi tiştekî din biguherim. Mirov bêhtir bi xebat, kar û danê bo gel, niştiman û miroviyê tê naskirin, ne ku bi pile, post û navnîşana karmendî û îdarî.
Min yasaya dirêjkirina dema parlamentoya Kurdistanê îmze kir da ku ti valahiyeke yasayî û destûrî li Herêma Kurdsitanê pêk neyê.

Ez li pêşber dirêjkirina yasaya dirêjkirina dem û wilayeta serokatiya Herêma Kurdistanê me, ku ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve derketiye, bi dengê frakisyona Kurdsitanî ya PDK û YNK û frakisyona partî û neteweyên din ên nav parlamentoyê, ji pêvî frakisyona partiyên opozisyonê.

Niha ez li pêşber erkên wê hevpeymaniyê me, ku di navbera PDK û YNK de heye, ku bi hev re ligel çend partî û neteweyên Kurdistanê biryar dane ku xula vê carê ya serokatiya Herêma Kurdistanê bo du salan dirêj bibe. Bê ku ez tê de beşdar bibim. Herwiha ez li pêşber berpirsyariyeke exlaqî û erkên alîkariyeke demdirêj im bi beriyê xwe yê hêja re Mam Celal, bo dirêdanê bi vê hevpeymaniyê, da ku ez bi vî karwanê ku me destpê kir re dilsoz bim û encamên wê jî bi erênî berdewam bin. Herwiha xwedê bike bi xweşî vegere bo Kurdistanê, her tiştî jî di vî aliyê aramî de bibîne.
Di heman demê de, ez baş di erkên hevpeymana navbera YNK û PDK de digihim, ku bi rastî jî vê hevpeymanê aramî û pêşketineke gellekî mezin di Kurdistanê de pêk aniye, ku berhema wê ew e ku niha Herêma Kurdistanê cihê balkêşiya hemû cîhanê ye. Herwiha kir ku Kurd beşdarekî çalak bin di guhertinên Îraq û navçeyê de. Îro jî ku ew nexweş e, hest dikim ku berpirsyariya wî jî divê ez cihbicih bikim, di parastin û xurtkirina vê hevpeymanê de wek dilsoziyekê bo hevkarî, hevxebat û alêkariya çend salên di navbera me de ji bo gel û welatê me.

Herwiha ji bo liberçavgirtina diltengiyên pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistanê derbarê egera kûrtirbûna krîza siyasî û parastina aramiyê di Kurdistanê de. Herwiha li pêşber doza kesayetiyên xebatkarên Kurdistana Îraq û perçeyên din ên Kurdsitanê, neçarbûm ku yasaya dirêjkirina dema serokatiya Herêma Kurdistanê red nekim.
Lê vê neçariyê jî nekir ku têkevim wê basweriyê ku îmze bikim, çiku dixwazim hemû berpirsyariya wergirtinekê û dirêjpêdana di çarçoveya karê dewletî de, di rêya sendûqa dengdanê re be.

Li vir wek rêzgirtinekê ji dengê pirraniya fraksyonên parlamentoya Kurdistan û ji bo neihrackirina wan, ez radigihînim gelê Kurdistan ê hêja, ku bi awayekî demkî heta xula çarem a parlamentoya Kurdistanê ez dest bi kar dikim. Herwiha em bi lez digihine lihevkirinekê, ev erk û emaneta ku li gor yasaya parlamentoyê ketiya ser milê min bicih tînim. her ji niha ve jî dozê li serokatiya gera çaran a parlamentoya Kurdistanê dikim, ku piştî hilbijartinên 21.09.2013 di cî de di civînên xwe yên destpêkê de û di zûtirîn dem de dest bi karkirinê bikin da ku di dema kêmî salekê de bigihin tifaqekê li ser projeya destûr, wê demê hilbijartin bê kirin ji bo hilbijartina serokekî nû yê Herêma Kurdistanê. Heta wê demê, ew emaneta ku di destê me de ye bidin her birêzekî din ku baweriya gelê Kurdistanê bi dest tîne. Ez û cîgirê serokê Herêma Kurdistanê kak Kosret, û dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê jî, wek dezgeha serokatiya Herêma Kurdistanê bi her awayî hevkariya serokatiya parlamentoya nû dikin ji bo vê mebestê.

Divê em hemû nimûneyeke ciwan a demokrasiyê pêşkêş bikin, nabe ti kes bi kursiyê xwe ve bizeliqe û nabe rê bê vekirin ku serokê heta hetayî li Kurdistanê hebe. Ez bi xwe baweriyeke min a tevahî bi wê yekê heye ku gava postek ji aliyê kesekî tê terikandin, divê gel wê pirsyarê bike ka ji ber çi dev ji wê postê berdide, ne ku gel bigihe radeya ku wê pirsyarê bike ka ji ber çi naçe.

Gelê xoşewîst ê Kurdistanê ez we piştrast dikim ku tenê hûn dikarin biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û ti kes nikare vî mafî ji we bistîne.

Bijî Kurdistan..
Nemirî ji bo şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û serfiraziyê
Serbilindî ji bo gelê Kurdistanê

Jêder: Rudaw