Barzanî: Di hilbijartinan de ya giring serkeftina demokrasiyê ye

Barzanî: Di hilbijartinan de ya giring serkeftina demokrasiyê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazîya Konsolê nû yê Almanya yê li Hewlêrê kir û sebaret bi rewşa hilbijartinên herêmê diyar kir ku ne girinke ka di hilbijartinan de  kê serkeft, ya giring serkeftina demokrasyê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwazîya Konsolê nû yê Almanya yê li Hewlêrê Alfred Sîms Ports, kir. Di hevdîtinê de Barzanî ragihand ku ne giringe ka encamên hilbijartinên parlemanê yên Kurdistanê çawan be û kê dibe, belku giring ewe ye ku bi şêweyê serkeftî bihê encamdan û demokrasî li herêma Kurdistanê serbikeve.

Di hevdîtinê de Barzanî bi xêrhatina Konsolê Almanyayê kir. Barzanî ji bo pêşxistina peywendiyên aborî û siyasiyên li gel welatê Almanya xweşhaliya xwe ragihand. Di derbarê hilbijartina Parlemena Kurdistanê ku mijareke vê hevdîtinê bû Barzanî got: “Ne girînge encama hilbijartina Parlemena Kurdistanê çawa bê û kî bibe, girîng eweye pêvajo bi awayeke serkeftî bê encamdan û demokrasî li Herêma Kurdistanê de serbikeve.”

Her wiha di derbarê vê mijarê de Barzanî xweşhaliya xwe jî bi Konsolê Almanya nîşan da ku welatê wan wekî çavdêr beşdariya hilbijartina Parlemena Kurdistanê dikin û ragihand ku hebûna çavdêrên biyanî baweriyeke zêdetir dide pêvajoya hilbijartinê.

Di hevdîtinê de Konsolê Almanya balkişande ser wê yekê ku welatê wan piştgiriyeke zêdetir dide Herêma Kurdistanê ku li Kurdistanê de bingehên demokrasî û parastina kemayetiyan û mafên mirov bêne bihêztir kirin.

Di beşekî din a hevdîtinê de ku taybet bû bi Kongreya Neteweyî ya Kurd Serok Barzanî peyama aştîxwazaneya Kongreyê ji bo Konsolê Almanya şîrove kir û got: “Armanca Kongreya Neteweyî eweye gelê Kurd gotareke yekgirtî hebê û peyama aştîxwazî û pêkvejiyanê û dûrketina ji tundutîjiyê ji bo gelên herêmê û cîhanê bişîne û ji cîhanê re jî bibêje em jî wekî her gelekî din xwedî mafîn.

Pirsa koçberan û siyasiya herêmê û bi taybetî qeyrana Sûriye û Rojavayê Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Jêder Peyamnêr