Barzanî: Divê berjewendiyên neteweyî beriya hemû tiştekî be

Barzanî: Divê berjewendiyên neteweyî beriya hemû tiştekî be

Serokê herêma Kurdistanê û Serokê giştiyê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesud Barzanî bi boneya şêstûheftemîn salvegera damezrandina PDK’ê peyamek weşand. Barzanî diyar kir ku di vê qonaxê de pêwîstiya me zêdetir bi yekdengî, yekrêzî û helwestek Kurdperwerî hey.

Barzanî diyar kir ku avabûna Partiya Demokrata Kurdistanê pêdiviyek dîrokî bû da li hember dagîrkerên Kurdistanê xebatê bike. Barzanî got: “PDK tu carî xwe di nav sînorên erdîngarî û hizrî de sînordar nekir û karî bi rêberiya Barzaniyê Nemir Şoreşa Îlonê, pêk bîne.”

Mesud Barzanî destnîşan kir ku damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê hêvî da Kurdên perçeyên din. Ji ber ber ku PDK’ê xwe di nav îdeolojiyekê û hizra şovenîstî û radîkal de sînordar nekir. PDK wek sîwanekê bû ku hemû pêkhateyên neteweyî û ayînî yên Kurdistanê di bin banê wê de kom bûn…

Barzanî di berdewama peyama xwe de behsa Kongreya Neteweyî ya Kurd jî kir û diyar kir ku ji hemû demekî zêdetir Kurd li hember paşeroja xwe bihêvî ne û wiha got:“Cara yekemîn e Kurdên hemû beşên Kurdistanê dixwazin kongreya neteweyî saz bikin û peyama xwe ya aştiyê ji gelên deverê re ragihînin. Ji ber wê jî ji hemû demên din zêdetir pêwîstiya me bi yekdengî, yekrêzî, aramî, Kurdayetî û welatparêziya serdemî heye. Ji ber vê jî ez pêwîst dibînim bang li hemû endam, alîgir û rêveber û rayedarên PDK’ê her wiha hemû hêz û aliyên siyasî bikim ku hewla parastina biratî û hevdengiya neteweyî ya Kurdistanê bidin û berjewendiyên neteweyî li ser hemû berjewendiyên xwe yên teng re bigirin…”

Barzanî peyama xwe wiha qedand: “Bi vê helkefta pîroz, ez hezaran silav li şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û malbatên wan şehîdên serbilind dikim û 16ê Tebaxê ji hemûyan pîroz dikim.

Bijî Kurd Bijî Kurdistan”