Barzanî dixwaze Pêvajoya Aştiyê berdewam bibe

Barzanî dixwaze Pêvajoya Aştiyê berdewam bibe
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku têkiliyên wan bi welatên cîran re di asteke baş de ne û piştgiriya xwe ji Pêvajoya Aşitiyê li Tirkiyê anî ziman û got : “Çawa me berê roleke giring dlîst, niha jî em amade ne ji bo her alîkariyeke ku ji me were xwestin û em hêvî dikin ku ew pêvajo berdewam bibe”.
Li ser Rojavayê Kurdistanê Barzanî spasiya xelkê Kurdistanê kir ji bo alîkariya wan ji penaberan re û got,Eger ew yekgirtî û pabendî rêkeftinên di navbera xwe de bin, her alîkariyeke bixwazin emê ji bo wan bikin û ev mercê me ye ji wan re, lewra pêwîste ew yekgirtî bin.
Barzanî ragihand ku hilbijartinên vê carê gelek çarenvîsaz û giring in, û bîst û yekê vê mehê wê sindûqên dengdanê rewşê yekalî bikin û milet wê biryarê bide çi sîstem û kî desthelatdar be.
Barzanî sozên xwe ji bo parêzgehkirina Zaxo destnîşan kirin û got, Zaxo yan dê bibe parêzgeh, yan wê bibe îdareyeke serbixwe ji bo xizmetkirineke bêtir ji xelkên Zaxo re.
Barzanî li hember alîgrên partiya xwe li Zaxo got, serkeftina Kurdistanê bi hilbijartineke bê kêşe de ye û ji alîgrên xwe xwest ku bersiva tu aliyekî nedin ku bixwazin rewşê têk bidin û diyar kir ku mafê her aliyekî propagendeyê ji bo xwe bike.
Barzanî li ser mafê çarenvîsê got, weke her miletekî din emê mafên xwe bidest bixin û em bi xwe biryarê bidin li ser çarenvîsa xwe.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê pabendbûna xwe bi destûra Iraqê tekez kir û got, pêwîste kar bi destûrê bê kirin ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr u Bexdayê de û herweha pêwîste deverên ku ji Kurdistanê hatin veqetandin vegerin.
Rudaw