Barzanî ji bo hilbijartinên herêmê bang li aliyan kir

Beriya hilbijartinên 21’ê îlonê yên herêma Kurdistanê serokê herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî bang li hemû partî û aliyên siyasî kir da ku bi hemû şiyanên xwe hewl bidin, hilbijartin di rewşeke aram de encam bibin.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya hilbijartinên 21’ê Îlonê yên herêmê bang li partî û aliyên siyasî kir. Bangawaziya serok Barzanî li ser malpera wê ya Facebookê jî hate weşandin. Barzanî got: ’Daxwaz ji hemû partî û aliyê siyasiyan û endam û alîgiran û hemû welatiyên delal dikim bi hemû şiyanek ve hewl bidin helmeta bangewaziya hilbijartina Parlemena Kurdistanê li rewşeke aram û dûrî li kêşeyan û her wiha bi awayeke hemdemiyane û medenî bê encam dan û nebê sedema têkdana jiyana asayî ya xelkê.
Parastina nerîtên demokratik, bexteweriya welatiyan, aştiya civakî, pêgeh, nav û dengê Herêmê erkê hemû aliyeke û pêwîste pabendî wan bîn.’
Barzanî bang li komîsyona bilind ya hilbijartinan jî kir û daxwaz kir ku di hilbijartinan de rênimayên diyasî li ber çav bigre. Barzanî got: ’Daxwaz ji hemû aliyê peywendîdarên Hikûmeta Herêmê û komîsyona bilinda serbixweya hilbijartinan jî dikim hemû hewlêkî xwe bixin holê heta helmeta bangewaziya hilbijartinan li ber çav girtina rênimayiyên yasayiyan û bi serkeftî bê encam dan.’