Barzanî li gel Ehmed Cerba civiya

Barzanî li gel Ehmed Cerba civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro 19/12/2013 li Selahedînê pêşwazî li serokê şanda Itîlafa Niştimanî ya hêzên opozisyona Sûriyê Ehmed Cerba û şanda pêre kir.

Li gor nûçeya malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê , di hevdîtinê de serokê niha yê Itîlafa Niştimanî ya Sûriyê Ehmed Cerba bo ruxsandina wê hevdîtinê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û bi kurtî nehsa rewşa siyasî û meydanî û mirovî li sûriyê bo Mesûd Barzanî behs kir. Her weha behsa gavên herêmî û navdewletî bo lidarxistina konferansa Cinêv 2 jî kiriye.

Li beramber de Serok Barzanî piştî bixêrhatina şanda mêvan da diyar kirin ku Herêma Kurdistanê bi giring li qeyrana Sûriyê dinêre jiber ku karîgeriyên wê qeyranê hemû navçeyê û Herêma Kurdistanê digre nava xwe û hêvî xwest ku her çiqas zûtire dawî li qeyran û şer û bi ew karesta ku bi ser gelê Sûriyê de hatiye were.

Di heman civînê de behsa hereşe û metirsiyên terorê û tundrewiya li ser pêşeroja Sûriyê û navçeyê hate goftûgo kirin û herdu alî li ser wê yekê ku teror û tundrewî metirsiyekî mezine li ser pêşeroja Sûriyê û navçeyê hemfikir bûn.