Barzanî: Navê Kakeyî di rûpelên zêrîn ên dîroka gelê me de tomar bûye

Barzanî: Navê Kakeyî di rûpelên zêrîn ên dîroka gelê me de tomar bûye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xemgîniya xwe ji bo koçbûna nivîskar û siyasetmedarê kurd, Felekedîn Kakeyî radighîne û dibêje: “Weke Pêşmerge û siyasetmedar, weke rewşenbîr û medyakar, di rûpelên zêrîn ên dîroka gelê me de tê tomarkirin.”

Teksta peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî:

Zor mixabin, nûçeya koçbûna heval û birayê hêja, xebatkar û rewşenbîrê gelê me, kak Felekedîn Kakeyî gihişte min û ez xemgîn kirim.

Ew zilamê serkeftî, bi dirêjahiya temenê xwe di nav xebat û têkoşînê de bû. Rola wî ya mezin di şoreşa îlûnê de, weke rewşenbîr û medyakar, di rûpelên zêrîn ên dîroka gelê me de tê tomarkirin.

Di rojên bi agir û hesin hewla bêdengkirina kurdan dihate dayîn, di wan rojan de cihê pençên Felekedîn Kakeyî di rojnameya (El-Teaxî) û (Xebat) de, ji bo gihandina peyama kurdan pirr diyar û perçav bû.

Weke rola serkeftî ya birayên me yên Kakeyî, di şoreşa gulanê de jî, beşdariyeke çalak û karîger a kek Felekedîn hebû.

Piştî raperîna mezin a gelê me, kek Felekedîn weke endamê dewreya yekem a parlamento û paşê jî weke wezîrê rewşenbîriyê û rewşenbîrekî mezin ê gelê me, xizmeta doza rewa ya gelê xwe kiriye.

Bi dirêjahiya salên borî ew şêwirmendekî me yê cihê baweriyê bû û beşdariyeke wî ya girîng di duristkirina biryara siyasî de li Kurdistanê hebû.

Jidestdana vî rewşenbîr û xebatkarê navdar ê gelê me, ziyaneke mezin e. Bi vê bûyera xemnak, serxweşiyê li xwe, malbata birêz û hemû hevalên vî rewşenbîr û xebatkarê mezin dikim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku aramî û dilrehetiyê ji hemûyan re bibexşîne û giyanê rehmetî bi biheşta berîn şad bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî

31.07.2013

Jêder Rudaw