BARZANÎ – PERWER Û AMED

BARZANÎ – PERWER Û AMED

Carna hinek derfet ji partî, rêber û kesayetiyên me Kurdan re têne pêş ku mixabin ji ber sedemên weke kurtbînî, xwe kêm dîtin di çavê dewlet û gelên serdet de baş sûdê jê nastînin. Ez behsa wan derfetan dikim ku mirovên mezin û xwedî rol di dîrokê de dikarin pêre gelek taboyan bişkênin, deriyên nû vekin û dîrokekê li ser navê xwe tomar bikin. Derfetên ku carna di dadgeh û carna jî di seredanên siyasî de bi erzanî ji destê me çûne.
Vê carê li Amedê dîsa derfeteke wiha çêbû, lê ne rêzdar Barzanî û ne jî Şivan Perwer nekarîn bi awayê ku pêwîst bû, di rêya berjewendiyên gelê Kurd de sûdê jê bistînin. Xweziya di roja yekê û di çaxê axaftinê de rêzdar Barzanî hinek rastiyên eşkera dîsa jî bi bîra dîrokê anîban. Çimkî sembol in ku taboyan dişkênin û rûpelekî nû di dîrokê de vedikin. Gandî, Nelson Mandela, Pêşewa Qazî û kesên wiha ew sembolin ên ku bi karê xwe ketin nava dilê azadîxwazên cihanê.
Ew dîdar an jî seredan fermî bû, lê ala Kurdistanê li kû bû? Çima di qada mêtîngê da piranî alên Tirkiyê dihatin dîtin? Yên ku anîbûn wê qadê kî bûn: Amedî bûn an meimorên dewletê bûn?

Tevî hemû peyamên baş ku ji hêla aliyê Kurd ve hatin dayîn, lê peyamên baştir jî hebûn ku serokê herêma Kurdistanê dikarîbû pêşkêş bike. Di wê roja dîrokî de ger ez li cihê rêzdar Barzanî bûma, minê wiha bigota:” Birêz T. Erdogan ez îro mêvanê we û gelê Kurd li bakurê Kurdistanê me. Amed her dem kela berxwedan û ger hûn şehrezayî dîroka vê axê bin, vira payetxta Kurdistanê bûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di çend salên desthilatdariya we de tirsa ji çirandina hinek perdeyên reş hatiye şikandin. Ji bo karekî wiha ez pir spasdarê we me. Di bin pêşengiya PKKê û birayê min ê aştîxwaz rêzdar A. Öcalan da heya niha çendîn caran agirbestek yekalî hatiye îlan kirin. Mîmarê aştiyê û muxatebê yekê yê vê pirsgirêke ne ez, ne tu belkî rêzdar Öcalan û partiya wî ne. Xweziya ew jî niha li kêleka me rûnişî bûya û şahidê vê roja dîrokî bûya. Ez ji we dawa dikim ku wî û girtiyên siyasî ji girtîgehê derxînin û jê re rê vekin ku bi perspektîfên xwe yên ji bo dostaniya gelên herêm û cihanê, baştir rolê xwe bilîze…” .
Tenê ev gotin bes bû ku gelê Amedê ne bi vê sartiyê belkî gelekî germtir pêşwaziya wî bikin. Hingî bi vê gotinê re rewş û jiyana siyasî li hemû Kurdistanê dihate gûherîn. Rêzdar Barzanî baştir ji me tevan dizane ku êdî Kurd hem di aliyê aborî û hem jî di aliyê siyasî de faktorek çalak û girîng ên herêm û cihanê ne. Ma wî nedikarî ji vê rewşa heyî bi baştirîn şêwe sûdê bistîne û bibe sefîr û pêşengê pêvajoyek nûtir?
Gelo ma mumkine ji bîra serok Barzanî û hevalên wû çûbe ku heya çend sal berê jî li Tirkiyê generalên faşîst û siyasetmedarên şovînîst ew ne wek rêberekî Kurd belkî wek “serok eşîret û kesekî gûstax” binav dikirin?

Gelo wê rojê Şivan Perwer wek hunermendekî netewî û kesê herî şehreza di karê xwe yê hunerî de nedikarî bi awayekî din ji wan deqeyên zêrîn sûdê bistîne? Ma tenê bilêvkirina peyva “aştî”, (peyva ku çendîn sale li ser zimanê hemû Kurdên bakûrê Kurdistanê ye), têhnatiya Kurdan a ji bo dîtina wî a li pey 37 salan dikare, bişkêne? Di wê rojê de çima strana ştiyê nehatibûn amade kirin? Gel bi qasî dewlemendiya cewherê di stranên wî de li benda bihîstina peyameke watedar bûn. Her kes dizane ku wî di jiyana xwe ya hunerî û dûr ji Kurdistanê xizmeteke mezin di eniya bilindkirina sewiya rewşenbîriya civakî de lîstiye. Lê vê carê wî ne bi rêya stranê û ne jî bi devkî karî peyameke dîrokî di van şerten hesas de beyan bike.
Di Newroza îsal de Kurda hem wateya aştiyê û hem jî peyama xwe a aştîxwaziyê gehandine guhê hemû dost û dijberên azadiyê. Ma êdî pêwîstî bi dubarebûna van rastiyan maye?

Amed li Kurdistan û Tirkiyê bi mêtîgên xwe yên sedan hezar kesî navendeke doza Kurdan a naskirîye. Aya hatina 15-20 hezar kesan têrî vê seredana dîrokî dikir? Gelo şiwirmendên serokê herêma Kurdistanê nedikarîn bi awayekî baştir serokê xwe li ser rewşa herêm û hesasiyetên ku li bakurê Kurdistanê hene, agehdar bikin? ger ez li cihê wî bim, ezê hisabeke nû ji wan jî bixwazim.

Bi giştî ger em peyamên mêtînga Newroza îsal û vê serdana rêzdar Barzanî a li Amedê bi hev re bidin ber hev, li gor min ev seredan ne layîqî aliyê Kurd bû. Çimkî ne nûnerên doza Kurd li bakur di vê merasimê de beşdar bûn û ne jî AKPê ji ber armancên xwe yên qirêj xwest di rojeke wiha de lîderên Kurd li ba hev bibîne. Şivan Perwer tevî ku ji bakurê Kurdistanê ye lê wek hunermendekî nikare nûnerê pirsgirêka Kurd li bakurê Kurdistanê be.

T Erdogan êdî wek siyasetmedarekî dûrbîn û di hemen demê de “derewîn û xapandkar” ji me re kesekî naskirî ye. Ew ji mêjda bû ku şev û roja li benda derfeteke wiha bû. Jê re kar kir û dawiyê jî ya xwe kir, lê ya girîng ewe ku negehişt armancên xwe. Bi vê seredanê re armancên wî yên herî girîng ev bûn:
1. Girêdana protokolên aborî û bi taybetî jî li ser petrola Kurdistanê ku rih û canekî nû yê bîne ber laşê aboriya komara Tirkiyê. Hatina Barzanî zêdetir ji bo teimîna peywendiyên ticarî û aborîne û ti peywendî bi aştiyê re nîne.
2. Sûdstandina ji bandora kesayetiyên karîzmatîk ên Kurd bo serkeftina di hilbijartinên şaredariyê de ku di paşerojeke nêz de li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê yê bêne encam dan. Wî xwest kesayetiyên Kurd wek “bûkên şanoyê” bi keyfa dilê xwe li dijî hereketa bakurê Kurdistanê bixê nava lîstik û fêlbaziyên xwe.
3. Bi bê li ber çav girtina rolê rêzdar Öcalan, BDP û PKKê ew dixwaze bi rêya kesayetiyên Kurd û elbete bi zimanê Kurd bêje ku T. Erdogan û AKP mîmarên aştiyê ne. Lê wî zû îspat kir ku derewan dike û piştî dûrketina ji Amedê dîsa jî behsa yek netewe, yek al û “yêk”ên xwe yên din kir.
4. Êdî ew naxwazin di cîrantiya xwe de Kurdistaneke din a nîvserbixwe, federal an jî azad bibînin. Ew mîmarên nakokiyên di navbera PDK û PYDê ne û bi hemû şêweyan dixwazin şerê Kurda derbasî rewşeke tundtir an jî bikarkujiyê bibe.
5. Nêzî 40 sale ku li bakurê Kurdistanê şer, xebat, malwêranî û şoreşa gelê Kurd û PKKê hem şoreşeke zêhniyetê di civaka Kurd de afirandiye û hem jî berxwedana di zindanan de nefesa rayedarên Tirkiyê çikandiye. Kî dikare van rastiyan nebîne û nezane ka em ji kû û kîjan rewşê hatine vira?
6. Ger we baş dîqet kiribe T. Erdogan behsa pilan û projên xwe yên niha û paşerojê ji bo Amedê dikir. Di wan kêliyan da pêwîst bû ku kesên weke Osman Baydemîr û xwediyên Amedê li wira bûna ne kesên ku ji başûrê Kurdistanê ne. Li viraye ku em bi dek û dolabên wî û partiya wî dihesin.

Bi her awayî ez di wê baweriyê de me ku vê carê jî T. Erdogan “siwar hat û peya çû”. Kurda bi helwesta xwe dîsa peyameke girîng di rûpelên dîroka bakurê Kurdistanê de dane nivîsandin.

KAKŞAR OREMAR / 18. 11. 2013