Bavê baş ji gunê diyare

Li gor lêkolînekê ku li Emerîkayê hatiye kirin, ji bejna hêlik an ku gunê zilam diyar dibe ka bavekê başe yan ne başe.
Li gor nûçeyekê CNN lêkolînerên zanîngeha Emory dibêjin ku bavên gun an ku hêlikên wan biçûk di karên nav malê de zêdetir harîkariya dayikê dikin, binê zarokan paqij dikin, xarinê didin zarokên xwe û serê wan jî dişon. Her weha lêkolîner dibêjin ku aliyê kulturî yê bavan jî diyar dike ku ka dê bavek çawa bin.
Dihate zanîn ku bejna hêlikên ajalan dibû egera wê çendê ku ew zdi gel zêdetir mêyên xwe bin û pêwendiyek bi hêz bijîn. Lêkolîneran jî dixwestin teoriya werarî ya qama gunan anku ya hêlikan li ser enerjiya ji bo çêkirina zarokan û xudan kirina zarokan çiye, bizanin. Li got vê nêrînê bavên gun mezin, ji xudan kirina zarokan zêdetir tenê bi zêdekirina zarokan ve mijul dibin.
Ev lêkolîn li ser 70 zilaman hate kirin ku ev zilam xudan zarokên yek an jî du salî bûn. Lêkolînerên li zanîngeha Emory ya Atlantayê wêneyê zarokan da nîşa bavê wan û li gor wê jî li ser mêjiyê wan lêkolîn kir. Hate dîtin ku mejiyê bavên gun biçûk zêdetir reaksiyon nîşan da.
Lêkolîner dibêjin ji ber asta testesteronê helwest û hewldanên zilaman dihêne guhertin. Lêkolîner Dr. James Rilling diyar dike ku bavên pêwendîdar xudan astekêkêm ya testesteronane.
Rilling dibêje hewce dike ku bizanin ka beriya zewacê û piştî zewacê jî ti guhertin çêdibin yan ne.