Baxçelî: Bila Ehmed Turk paşnavê xwe bighure

Baxçelî: Bila Ehmed Turk paşnavê xwe bighure

Serokê partiya nijadperest a Tirkiyê (MHP) rexne li rakirina sûndxwarina li dibîstanan digre û dibêje eger we ew rakiriye wê demê divê navê Ehmed Turk jî bê guhertin.

Dewlet Baxçelî rexneyên tund li pakêta demokrasiyê digre ku Receb Teyîb Erdogan di kongireya rojnamevanî ragihand û bi taybet ew xala ku behsa rakirina sûndxwarina Tirkî ku pêş destpêkirina dewama dibîstanan dihat xwendin kiriye. Li gor sûnda xwendekaran pêwîste her roj serê sibehê bibêjin: “Ez Turkim, ez fedayê Turkiyê me, çend bextewerim ku ez Turkim…..”

Di vê derbarê de Serokê MHP Dewlet Baxçelî ji rojnamevanan re ragihand û bal kişand ser gotinên Erdogan û pakêta demokrasiyê û wek nimûne navê Ehmed Turk aniye û gotiye: We di sûnda me de gotina Turk rakir, wê demê navê Ehmed Turk jî bighuerin, çûnkî dibe hindek kes hebin ku ew nav pê nexweş be.

T24