Baydemîr: Otonomî mîna şîrê dayikê helal e

Baydemîr: Otonomî mîna şîrê dayikê helal e

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di civîneke li paytexta Awûstûrya Viyanayê de bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û got, “Otonomî, statu mîna şîrê dayikan helal e.”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, ku li ser vexwendina Şaredariya Viyanayê hat paytexta Awûstûrya Viyanayê, beşdarî civîneke gel a li Kampusa Zanîngeya Viyanayê bû. Di civîna bi organîzeya Meclîsa Gel a Viyanayê de, Baydemîr rewşa heyî a pirsgirêka Kurd nirxand.

Baydemîr da xuyakirin ku deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’an de aşkera kir firsendeke dîrokî ye û destnîşan kir ku ji bo ev firsend ji dest neyê revandin divê hikûmet gavan biavêje.

Baydemîr ragihand ku nêzîkatiya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê niyeta wê ya di mijara pirsgirêka Kurd de radixe ber çavan û pirsa ’Gelo ne Rojavayê Kurdistanê, eger Turkîstan bûya, polîtîkayên hikûmetê wê bi heman rengî bûya’ li hikûmetê kir.

Baydemî got, “Avakirina otonom, statu mîna şîrê dayikan helal e.” Baydemîr diyar kir ku divê Rojava azad bibe û dîktator Esad biçe û got, “Bila Xwedayê me, me nêzî vî celadî neke. El Qaîde, El Nûsra ew kesên xwe ji Xwedê re şirik dîbînin. Ti dostaniya me bi van re jî qet nabe.”

ANF