Bayik: 2014 wê bibe sala naskirina şoreşa Rojava

Bayik: 2014 wê bibe sala naskirina şoreşa Rojava

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 salan gelê Rojava perwerde kiriye û pîvanên welatparêzî-demokratîk pêş xistine. Bayık destnîşan kir ku şoreşa di encama vê danehevê de pêk hatiye

mohra xwe li sala 2013’an daye û got ku sala 2014’an wê hem bibe sala sazîbûna rastiya rêveberiya cewherî, hem jî di qada navnetewî de bibe sala nasandina şoreşa Rojava.

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, geşedanên sala 2013’an ên li Suriye û Rojava, karektera şoreşa Rojava, hewldanên ji bo avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk û Cenevre-2 ji ANF’ê re nirxandin.

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser girîngiya şoreşa Rojava la di dîroka têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdan de û destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşek ezmûnên têkoşîna dehan salan e.

Bayik bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî bîst salan li Rojhilata Navîn maye û hebûna Ocalan di pêşketina ruhê şoreşgerî yê li Rojava de faktoreke bingehîn e.

Bayik ragihand ku şoreşa Rojava şoreşa çar parçeyan e û got, “Şoreşa Rojava xwedî wê karekterê ye ku bûye şoreşa hemû parçeyên Kurdistanê. Çawa ku hemû hêzên Ereb beşdarî Têkoşîna Rizgariyê ya Fîlîstînê bû, Fîlîstînê hemû Ereb li gel xwe dît, şoreşa Fîlîstînê gihaşt asteke ku hemû tevgerên şoreşger ên Ereb û welatparêz temsîl dike, şoreşa Rojava îro gihaştiye karektereke welê ku dikare encamên ji vê mezintir biafirîne.”

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku tevahiya hêzên şoreşger ên li Rojava dîtine ku şoreşên xwe dispêrên civakê tê naçin û got, “Hêza şoreşên demokratîk ên civakî, bê sînor e. Xwedî wê radeyê ye ku dikare her şêweyên êrîşan ji holê rake. Lewma Şoreşa Rojava bi nîşandana enerjiya demokratîk a civakê re, hemû êrîş ji holê rakiriye. Li gelemperiya yek ji şoreşên ku herî zêde xwedî karetera demokratîk e.”

’LI ROJAVA JIYANEKE NÛ ŞÎN DIBE’

Bayik bal kişand ser karektera şoreşa Rojava Kurdistanê û got, “Bi dehan rojnamevan çûn Rojava. Bi dehan rojnamevan, çapemeniya biyanî ya çûn Rojava, behsa karektera şoreşger, karektera demokratîk, karektera azadîparêz a Rojava kirin. Destnîşan kirin ku li Rojava jiyaneke nû şîn dibe.”

Bayik diyar kir ku xweseriya demokratîk îfadeya rêvebirina xwe bi xwe ya xwe dispêre konfederalîzma demokratîk û got, “Eger xweseriya demokratîk bicih bê anîn, dê statuyeke siyasî ya demokratîk û azadîparêz û jiyaneke civakî derkeve holê ku heta niha li gelemperiya cîhanê ti ji xweseriyan, ti ji otonomiyan, ti ji dewletên serbixwe, ti ji rêxistinbûyînên serbixwe û xweser bi dest nexistine. Ji ber vê yekê xweseriya demokratîk a li Rojava îfadeya sîstemeke demokratîk û azadîparêze, ku bi ti xweseriyên herêmî, xweseriya çandî, otonomî, federasyon an jî dewletê re bê qiyaskirin.”

’BIHARA RASTÎN A ROJHILATA NAVÎN, ROJAVA YE’

Bayik destnîşan kir ku şoreşa Rojava mora xwe li sala 2013’an xistiye û got, “Eger dê behsa biharekê li Rojhilata Navîn bê kirin, dê behsa guhertineke rastîn bê kirin, ev yek Rojava ye.”

Bayik da zanîn ku şoreşa Rojava tevî hemû êrîşan jî xwe li ser piyan girtiye û anî ziman ku bi taybetî êrîşên çeteyên El Qaîde û El Nûsra yên xwestin li Sûriyeyê û Rojava hegemonyayekê pêk bînin, ji hev hatine xistin.

Bayik diyar kir ku dewleta Sûriyeyê nekarî xwe li pêşberî van hêzan li ser piyan bigire, lê şoreşa Rojava bi berxwedaneke mezin ev hêz ji herêma xwe derxistiye û xistiye wê rewşê ku nema karibin êrîş bikin.

Bayik got, “Van hêzan têkçûna ku li ti deverê nejiyan li Sûriyeyê jiyan. Lewma karektera azadîparêz, karektera civaka rêxistinbûyî, karektera pêşxistina parastina rewa ya li ser bingeha civaka azadîparêz û rêxistinbûyî ya şoreşa Rojava, xurt bûye. Niha bi deh hezaran hêzên xwe yên gerîla û milîs heye.”

’GIRÎNGE KU KURD BI AWAYEKÎ YEKGIRTÎ BIÇIN CENEVRE-2’

Bayik civîna Cenevre-2 ya di asta konferansê de bê lidarxistin jî nirxand û got, “Di mijara çûyîna Cenevre-2 de DYA û Ewropa xwedî helwesteke neyînî ne. Rûsya jî herçend destpêkê xwest Kurd bi awayekî serbixwe beşdar bibin jî, lê belê ev gotinên xwe tam nexistiye pratîkê. Dewleta Tirk ji xwe naxwaze hêzên şoreşger ên rojava biçin Cenevre-2. Hêzên xwe nêzî PDK’ê dibînin jî dixwazin bi xwe biçin û hewl dan di vî warî de pêşî li Meclîsa Gel a PYD jî di nav de ye bigirin. Girînge ku di encama hevdîtinên dawî de biryareke hevpar hat girtin ku bi heyeteke serbixwe ya hevgirtî biçin Cenevreyê.”

XEBATÊN JI BO AVAKIRINA HIKÛMETA ROJAVA

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser amadekariyên ji bo avakirina hikûmetekê li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku hêzên şoreşger ên Rojava nîşan didin ku ji bo avakirina rêveberiya cewherî çiqasî biryardar in.

Bayik ragihand ku şoreşeke tevahiya Rojava rizgar kiriye û derdora wê ewlekiriye, êdî bi rê û rêbazên berê nema dikarî were rêvebirin û nikare sazîbûyîna jiyana demokratîk û azad pêk bîne û wiha axivî:

“Bêguman dê rêveberiyeke cewherî were avakirin. Kî dikare li dijî avakirina rêveberiya cewherî derkevin? Mafê kesî yê dijderketina li vê yekê nîne. Gelekî xwezayî ye ku hêzên şoreşger ên Rojava hêzeke xwe ya rêveberiya herêmî, meclîseke xwe ya karibe xwe bi xwe rêve bibe, ava bikin. Hêzên şoreşger ên Rojava, di çarçoveya xeta azadîparêz a Rêber Apo de behsa desthilatdariyê, hikûmetê nakin. Lê belê behsa rêvebirina gel xwe bi xwe, rêvebirina şoreşê, avakirina rastiya rêveberiyê û sazîbûnê dikin.”

’SALA 2014’AN WÊ BIBE SALA NASKIRINA ŞOREŞA ROJAVA’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku sala 2014’an wê di vî warî de bibe sala sazîbûna rastiya rêveberiya cewherî, naskirina şoreşa Rojava hem li qada navneteweyî hem jî li Sûriyeyê. Bayik got, “Şoreşa Rojava şoreşeke bi xwe ve sînorkirî nîne. Şoreşa Rojava ji bo tevahiya Sûriyeyê hatiye kirin. Ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê hatiye kirin. Di sala 2014’an de Kurd bi awayekî biçin Cenevre, mafê xwe yê jiyana azad û demokratîk, statuya di çarçoveya Sûriyeya demokratîk û rastiya rêveberiya xwe ya cewherî bidin qebûlkirin.”