Bayik: Gavan nevêjin pêvajoya aşitiyê bi dawî dibe

Bayik: Gavan nevêjin pêvajoya aşitiyê bi dawî dibe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik der barê pêvajoya aşitiyê ya li Bakûrê Kurdistanê de axivî û daxuyand kir ku meha Îlonê dê çarenûsa agirbestê diyar bike da zanîn ku heger hikûmeta AKP’ê di demeke kurt de ji bo çareseriyê bi vîn nebe, dê vekişîna gerîla rawest e û pêvajoya agirbestê jî bi dawî bibe.

Beriya niha rêveberên PKK-KCK ji hikûmeta AKP’ê daxwaz dikirin ku heta 1’Îlonê gavan bavêje, heger gav neyên avêtin dê pêvajo bixetime. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîseke xwe ya di rojnameya Azadiya Welat de der barê pêvajoya çareseriyê de nêrînên xwe anî ziman.

Bayik di nivîsa xwe de dibêje ku bi sedan salin li ser Kurdan şerê qirêj-taybet tê meşandin. Gelê Kurd jî li hemberî vî şerê qirêj ku dixwazin wî pê tune bikin li ber xwe dide. Bi taybetî di nava van 30 salên dawî de berxwedana gelê Kurd a hebûn û tunebûnê gihîştiye astekê.

Bayik weha dibêje: ’Kurdan di pêvajoya çareseriya demokratîk de gelek caran agirbest îlan kirin. Eve 8 mehin rewşa bê şer û pevçûn didome. Gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz di berdêla vê yekê de ji AKP’ê daxwaz dikin ku gavê bavêje. Lê belê hikûmeta AKP’ê tu gav neavêt û li dijî vê yekê lez daye xebatên amadehiya şer. Ev jî ji rewşa bê şer û pêvçûn re dibe xetere.’

Bayik da zanîn ku ew niha li bendê ne ku hikûmeta AKP’ê di 1’ê Îlonê de gavê bavêje û weha berdewam dike: ’Meha Îlonê dê qedera agirbestê diyar bike. Di nava mehên derbasbûyî de Tevgera Azadiya Kurd hemû berpirsyariyên ket ser milê wê bi cih anîn. Ji bo demokratîkbûnê û pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin hemû derfetên ku pêşiya hikûmetê vedikin pêşkêş kir. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rewşa çareseriyê derxist holê. Êdî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê tu astengî nema ye. Ger ku îro ji bo çareseriyê gav nayê avêtin tenê sedemek wê heye: ew jî ji ber ku zîhniyet û îradeya AKP’ê ya çareseriyê tune ye diqewime.’

Cemîl Bayik diyar dike ku heger hikûmeta AKP’ê di demek kurt de ji bo pêngavan neavêje dê agirbest bi dawî bibe û weha dibêje: ’Heger rewşek bi vî rengî derkeve holê gerîlayên ku ji bo vekişînê di nava tevgerê de ne dê li cihê xwe rawestin. Ji bo çareseriyê gav neyê avêtin wê demê helwestek cudatir ji gerîla nayê hêvîkirin.’