Bayik: Pêvajoyê dikin goriyê hilbijartinan

Bayik: Pêvajoyê dikin goriyê hilbijartinan

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji bo BBC yî axivî û got ku ku ji bo birêve çûna pêvajoya aşitiyê öi planeka hikumeta AKP’ê nîne. Bayik diyar kir ku pêvajoyê dikin qurbanê destkeftiyên hilbijartinan.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke xwe ya di gel BBC de der barê pêvajoya aşitî ya li Bakûrê Kurdistanê axivî. Bayik got: ’Pêvajoya aştiyê dê çava bi rê ve biçe tu plan an jî bernameyekê hikumetê tune ye.

Cemîl Bayik got pêvajo ji hilbijartin û qezencên siyasî re hatiye qurban kirin û got “Em bi zorê bingeha xwe digrin.

Hev Serokê KCKê Cemîl Bayik got me ji Hikumetê re ji bo gav avêtinê heya 1ê Îlonê dem da û got ger gav nê avêtin ji vê dîrokê şûnde vekişînê dê bidin sekinandin. Bayik wiha axivî: ’Em ji bo ku pêvajo xeranebe di dîroka 1ê Îlonê de israr dikin. Divê ne tene hikumet rayagiştî ya navnetewî û hêzên demokrasi ya Tirkiyê jî berpirsiyarên xwe bînin cih.’

Di berdewama axavtina xwe de Bayik got: ’Em ê heya 1ê Îlonê hewlên xwe bidomînin. Rêber Apo jî didomîne, em jî didomînin. Heke heya 1ê Îlonê gavekê derbarê qonaxa duyemîn de neavêjin vê carê tu tiştekî ku em bikin namîne. Me vekişînê domand, em ê heya 1ê Îlonê jî bidomînin. Lê em tiştekî nebinin em ê jî vekişînê bisekinînin û heta heke wisa dewam bike, hêzên ku vegeriyan e çava hatine dê wisa jî cardin herin Bakurê. Ji ber vê divê lîstikan nelîzin.

Bayik diyar ki ku heger alî pêdiviyên berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin dê pêvajo serkeftî be û got “ Heke berpirsiyarên xwe bînin cih, ez hêvî dikim ku ev pêvajo ji xerabûnê derkeve. Ev jî dê kêrî herkesi were. Beravajî dibe ku pirsgirekên mezin derkevin.”