Bayik sedemên dawîxistina Kongra Netewî aşkira dike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, da zanîn ku astengiya li pêş nepêkhatina Kongreya Netewî a Kurd, neqebûlkirina PDK’ê ya pergala hevserokatiyê û israra wekhev a hejmara delegeyên başûr û bakûrê Kurdistanê ye.
Bayik ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û der barê nîqaşên çima kongreya Netewî a Kurd pêk nayê de aşkira kir û got: “PDK’ê pergala hevserokatiyê qebûl nekir û di pergala serokatiyê de israr kir û her wiha gotiye ku bila hejmara delegeyên bakur û başûrê Kurdistanê wek hev be.”
Bayik wiha pê de çû: “Me got bila hemû biryar bi matabakatekê bê girtin. Me ne got bila piranî be. Di esasê de kesên naxwazin kongire pêk were heyen. Hêzên navnetewî, herêmî û kurd têde hene. Dibêjin ger dibe bila ya min bibe, an jî qet nebe. Nêzîkatî eve.”
Bayik got: “Ev kongre ne kongreya PKK, ya PDK’ê û ne jî ya yekê din. Biryara partiyekê nabe biryarên kongreyeke netewî. Navê wê li ser e Kongreya Netewî. Divê hemû gelê kurd bihundirîne.”
Ceml Bayik teqez kir ku, divê kongre bi temamî stratejiya demokrasiyê esas bigire. Ji ber ku kurd bi vê stratejiyê dikarin pirsgirêka xwe çareser bikin, ji komkujiyan rizgar bibin û azad bibin.
Her weha bal kişand ser wê yekê jî Bayik got: Hewldanan hêzên mêtînger ya ku hewl didin pêşî li çareseriya pirsgirêka kurd bigirin hene. Bi taybet li dijî kurdên azad hewldaneke mezin heye. PDK dixwaze li gorî wê pêk were.
Bayik got: Em vê kongreyê ji bo ku Tirkiye, Îran û Amerîkayê kêfxweş bikin pêk naynin. Em li gorî wan pêk naynin. Em dixwazin kongre ji gelê herêmê û gelê kurd re xizmetê bike. Daxwaza PKK’ê eve.
Jêder: ANF