Bayik şiyarî da Tirkiyê: Heta 1’ê Îlonê gavan nevêjin pêvajo dixetime

Bayik şiyarî da Tirkiyê: Heta 1’ê Îlonê gavan nevêjin pêvajo dixetime

Hevserokê Konseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê Cemîl Bayik, bi boneya pîrozbahiya 15’ê Tebaxê roja destpêkirina şerê çekdarî axivî û got ku heger hikûmeta AKP’ê ji bo çareseriyê gavan nevêje, dê pêvajo bixetime. Bayik got çarenûsa Kurdan bi şoreşa Rojava ve girêdayî ye.

Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemil Bayik di ahengên pîrozbahiya 15’ê Tebaxê yên li çiyayê Qendîlê de axaftinek kir. Li gor nûçeya ANF’ê Bayik hişyarî da dewleta Tirk û diyar kir ku ew şantajê neke, heger heta 1’ê Îlonê gavan nevêjin dê pêvajo bixetime.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik der barê 15’ê Tebaxê pêngava şerê çekdarî de got ku 15’ê Tebaxê xwedî nirxeke dîrokî û girîng e. Bayik, da zanîn ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de 15’ê Tebaxê rolekî pir mezin lîstiye û di şerê azadiya Kurdistanê yê 30 salan de xwedî girîngiyek bê hempa ye. Bayik destnîşan kir ku ew niha di serdemek dirokî, girîng û kiritîk de cejna vejînê ya 15’ê tebaxê pîroz dikin û wiha got:

“Ger ku em li gorî rol û rihê vejîna 15’ê Tebaxê nêzîkî têkoşîna azadiyê bibin, emê encamê bi dest bixin. Bingehê pêngava raperîna 15ê Tebaxê li zindana Amedê hat avêtin. Ji ber ku faşîzma 12’ê Îlonê li zindana Amedê pêk hat û ev pêngav li dijî faşîzmê hat avêtin. Berxwedana PKK’ê şert û merc zor û zahmetî çi dibin bila bibin ji bo mafê xwe û armancê encamê bi dest dixe. Têkoşîna PKK’ê ev rastî nîşanî her kesî daye. Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd û cîhanê de mîladek e. Bi vê pêngavê darbeyek mezin li faşizma 12’ê Îlonê hat xistin. Ev pêngava hişyarî û raperîna gelê kurd e. Gelê kurd bi vê pêngavê got ’Ez tine nebûm û ez dijîm. Got ez wekî her kesî dixwazim bi ziman, nasname, çand û nirxên xwe yên neteweyî dixwazim li ser axa xwe azad bijîm.”

Bayik daxuyand ku 15’ê Tebaxê li çar parçeyên Kurdistanê nirx û deskevtiyên girîng afirandiye û weha axaftina xwe dewam kir: “Şoreşa Rojava encama şênber a pêngava 15’ê Tebaxê ye. Deskevtiyên li Rojava yên gelê Kurd di serî de Rejima Tirkiyeyê, hemû rejîmên ku xwedî berjewendî bêzar kirine. nêzîkatiyên li hemberî Rojava stratejîk in. Nêzîkatiya Rojava nêzîkatiya hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye. Çarenûsa Kurdan girêdayî şoreşa li Rojava ye. Ji ber vê yekê qedera Rojava wê qedera hemû gelê Rojhilata Navîn diyar bike.”

Bayik di dawiya axaftina xwe de dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê hişyar kir û xwest ji bo çareseriyê gavên berçav bavêje. Bayik da zanîn ku hişyariyên wan, ji bo pêşketina pêvajoyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Hişyariyên me ne şantaj in. Bûyerên li Rojhilata Navîn di lehê gelê kurd de pêş dikevin. Divê Tirkiye ji vê yekê netirse. Êdî kes nikare rê li pêş statuya gelê kurd a bi pêşengiya PKK’ê pêş dikeve bigire. Ji ber vê yekê bila kes ji vê yekê netirse. Ger ku heta 1’ê Îlonê gav neyên avêtin wê demê dê pêvajo bixetime û têkoşîn bi rêbazên cûda pêş bikeve. Wê deme dê berpirsiyarê vê yekê hikûmeta AKP’ê be.”