BBC: Li Brezîlyayê karkerên Kupaya cîhanê ya 2014’ê di şertên koletiyê de kar dikin.

BBC: Li Brezîlyayê karkerên Kupaya cîhanê ya 2014’ê di şertên koletiyê de kar dikin.

Rayadaqrên wezareta edeletê yên Brezîlyayê diyar kirin ku karkerên ku di projeya amadekariyên kupaya cîhanê ya 2014 FIFA de kar dikin, di nava şert û mercên koletiyê de ne.

Li gor nûçeya BBC  lêkolîna der barê ferehkirina balafirgeha navnetewî ya Sao Paulo de hatiye dîtin ku şert û mercên jiyan û karê 111 karkeran pir xirabe. Rayadarên wezareta edeletê ya Brezîlyayê destnîşan kirin ku piraniya karkeran ji welatên din hatine û ji bo bikarin wan hildin kar jî 220 dolar pare serf kirin. Wezaret dibêje pareyê ku didin karkeran jî tenê 625 dolar e.

Di nûçeya BBC de dihête gotin ku ji nav karkeran 6 kes xwecihiyên Pankaruru ne û bi belêna ku dê li Sao Paulo derfetê kar bidin wan, ji welatên wan anîne Brezîlyayê. Her weha piraniya karkerêm ku dihînin jî yekser nagrin kar û li 11 kampên nîzîkê balafirgehê bi naçarî dihêne bi cîh kirin.

Wezareta edeletê dibêje ku ev karker di şertên koletiyê de kar dikin û diyar kirin ku dê di nava mehekê de li dijî kompanyayên avahîsaziyê lêpirsînê detspê bikin.

Li gor yasayên Brezîlyayê karkerên koçber berî ku ji bajarekê biçin yekê din divê karker li welatê xwe kontratê mohr bikin.

Dozgerê wezaretê Cristine Noguera diyar kir ku der barê hind kompanyayên din yên amadekariya karên kupaya cîhanê ya 2014 dikin, lêkolîn hatine destpê kirin.

Rojnameya Brîtanî The Guardian roja çarşemê di nivîseke xwe de diyar kiribû ku ji bo amadekariyên kupaya cîhanê ya 2022’ê Qeterê hemû welatê xwe kiriye cihê avahî saziyê û karkerên vê welatî jî di şertên koletiyê de kar dikin. Rojnameyê gotibû ku her hefte 12 karker li avahiyên Qeterê dimrin û heger wesa berdewam bike heta 2022’ê dê 4 hezar karker bimrin.

Werger: Zeyat Brusk