BDP li dijî Facebookê dê şer bike

BDP li dijî Facebookê dê şer bike

Facebookê beriya niha rupela bi dehan siyasetmedarên Kurd daxistibû ku di nava wan de BDP’yî jî hebûn. Li hember vê helwesta facebookê BDP kardanewe nîşan da.

Direktorê Facebookê yê Ewropayê Richard Allan di hevpeyvîneke xwe yê digel rojnameya Radikal ya Tirkiyê de ragehandibû ku jiber ku wan propagandaya terorê kirine, me rûpelên wan daxistiye. Di nava rûpelên daxistî de yê Seleheddîn Demîrtaş, Ahmet Turk, Altan Tan, Hasîp Kaplan, Meral Daniş Beşdaş jî hebû. Li hember vê daxuyaniyê BDP xwe amade dike ku di qada navnetewî de li dijî Facebookê şerî bike.

Li gor nûçeya rojnameya Radîkala Tirkî hiquqnasên BDP’yî lêkolîn dikin ka dikarin li hember biryarên Facebookê çi bikin. Di destpêkê de serdana navendên rêvebiriya payebilind ya Facebookê ya li Dublina paytexta Îrlandayê û navenda Emerîkayê bikin û daxwaz bikin da ev biryara daxistinê bihête betal kirin.

Piştî van serlêdanên fermî heger biryar nehête guhertin dê daxwaza tazmînatê bikin û vê yekê jî ragehînin rêveberên facebookê. Heger ev yek jî nehate pesend kirin dê BDP li gor rêyên hiquqî yên welatên navend serlêdanan bike. HEr weha ji bo guhertina biryarê li dijî fecebookê kampanyayên navnetewî destpê bike.  Li gor nûçeyê dê ev kampanya ne bi awayek çalakî an jî mitîngan be lê dê vê xeletiya facebookê bilêv bikin.

 

rewanbej.net