BDP û KCK 8 xal pêşniyarê hikûmetê kirin

BDP û KCK 8 xal pêşniyarê hikûmetê kirin

Hikûmeta AKP xwe amade dike ku pakêta xwe ya demokratîkbûnê aşkira bike lê ji aliyê din ve jî pêvajoya aşitiyê ya Tirkiyê bi pêngavên dawiyê sinyalên xwetimandinê didin. Ji bo pêşiya pêvajoya aşitiyê bê vekirin BDP û KCK pêşniyara çareseriyê ya ji 8 xalan pêk tê pêşkêşî hikûmetê kir. BDP û KCD’ê daxauyandin ku pêvajoya çareseriyê bidawî nebûye, lê xetimiye û ji bo vê jî banga lezgîn ji hikûmetê kirin ku qanûnan sererast bike.

Hevserokên BDP û KCD’ê, bi tevê nûnerên saziyên civaka sivîl li hev civiyan û der barê rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê û her weha sala nû ya hîndekariyê de daxuyaniyek belav kirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk diyar kir ku ev pêvajo ji bo Kurdan girînge û got “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendek dîrokî derketiye holê. Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka PKK’ê ye. Em daxwaza berdewamkirina biratiyê dikin. Pêwîste pêvajoya aştiyê dewam bike.”

Di berdewama daxuyaniyê de Turk got ku ew bang li hikûmetê dikin ku ji bo çareserkirina rewşa xetimî bi awayek lez gavan biavêje. Ehmed Turk da zanîn ku ew piştgiriyê didin biryara boykota KCK ya dibistanan.

Turk ji hikûmeta AKP’ê xwest ku li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya hêzên çete û terorê neke û got:” Divê Kurdan weke hevalbendekî xwe yê xwezayî bibîne.” Turk destnîşan kir ku dijminahiya li hemberî partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê, dijminahiya lid ijî deskevtiyên siyasî yên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê, dê bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriyê bike.

Ehmed Turk piştî axaftina xwe belgeya daxuyaniya çapemeniyê xwend. Turk diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û 8 xalên pêşniyarên xwe pêşkeşê hikûmetê kir.

Pêşniyar weha ne:

– Em girîngiyê didin biryar û dewama biryara agirbestê ya PKK’ê û ji dewlet û hikûmetê dixwazin ku gavên pêwîst biavêjin. Rawestîna vekişîna milîtanên PKK’ê nayê wateya bidawîbûna pêvajoyê, nîşaneya xetimîna pêvajoyê ye. Bi pêvajoya çareseriyê re, li ser daxwaza wan ev zarokên gelê Kurdistanê û welatiyên dewleta Tirkiyê divê karibin beşdarî jiyana civakî û siyasî bibin. Ji bo vê jî pêwîste bi lezgînî sererastkirineke qanûnî bê kirin.

– Di çarçoveya rola Birêz Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de, divê hemû astengiyên li pêşiya beşdariya wî li pêvajoyê, têkiliya wî ya bi raya giştî û gel re, bên rakirin.

– Ji bo pêvajo watedar be; divê girtiyên KCK’ê tavilê bên berdan. Eger ji bo vê pêwîstî bi guhertinên qanûnî hebe jî, divê bêyî dem di ser re derbas bibe tavilê bîne rojeva Parlamentê.

– Yek ji xalên ku di warê siyasî de girîng e û dikare feydê li pêvajoya çareseriyê bike, rakirina benda ji sedî dehan a hilbijartinê ye. Divê derfet bê afirandin ku hemû rêxistin û partiyên siyasî yên li Kurdistanê bi hebûna xwe karibin siyasetê bikin.

– Pêwîste dewlet û hikûmeta Tirk têkiliyeke baş bi hikûmet û tevgerên li parçeyên din ên Kurdistanê re deyne. Divê destek û alîkariya xwe ya ji bo komên li dijî Kurdên li Rojava şer dikin bibire û Kurdan weke hevalbendekî xwe yê xwezayî bibîne. Dijminahiya li hemberî partiyên siyasî yên li Rojava, dijminahiya li dijî deskevtiyên siyasî yên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê, dê bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriyê bike û dibe ku ev yek bibe sedem ku pêvajo bi tu awayî nemeşe.

– Di van rojên ku serdema nû ya perwerdeyê li Tirkiyê destpê dike, divê teqez “Perwerdeya Zimanê Dayikê” bikeve rojevê û hikûmet di vê mijarê de daxuyaniyên neyînî nede. Di vê çarçoveyê de em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku beşdarî boykota hefteyekê ya dibistanan bibe û tev li çalakiyên dayîna dersên Kurdî ya li her qadê bibin.

– Divê hemû etnîk, ol û mezhebên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne di warê bêparî, di warê edalet û azadiyê de wekhev bin. Em weke aliyê Kurdistanî, soza vê didin. Em heman helwestê ji dewlet û derdorên din jî hêvî dikin.”