BDP’ê di mijara pakêta demokratîkbûnê de AKP hişyar kir

BDP’ê di mijara pakêta demokratîkbûnê de AKP hişyar kir

Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken, beriya aşkerabûna pakêta deshilatdariya AKP’ê ya bi navê “demokratîkbûnê” li parlamentê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, “pakêtek bi nêzîkatiyên sivikkirinê bên amadekirin, dê ximzetî çareseriyê neke.” Balûken bang li hikûmeta AKP’ê kir ku dest ji helwesta xwe ya otorîter berde.

Beriya “pakêta” ku tê payîn di 30’ê Îlonê de bê aşkerakirin, Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken li parlamentê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, “Ji bo pirsgirêka Kurd a xwedî dîrokek sed salan û pêvajoyeke şerê 30 salan e, bi rêyên muzakere, demokratîk û siyasî bê çareserkirin, Tirkiye îro bi pêvajoyeke gelekî girîng re rû bi rû ye.”

ZIMANÊ SEROKWEZÎR BI KÊRÎ PÊVAJOYÊ NAYÊ

Balûken da xuyakirin ku beramberî agirbest, vekişîna gerîla û ewçend gavên girîng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd, hikûmet helwesteke ku bersivê bide bendewariyan nîşan nedaye û ev 6 meh in ji bo rêveçûna pêvajoyê gavek bi tenê jî neavêtiye. Balûken destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan berevajî bersivdayîna bendewariyan, ziman û usûbeke ku bi kêrî pêvajoyê neyê, bikar aniye.

Balûken got, “Bi mehan e behsa pakêteke demokratîkbûyînê hat kirin. Tevî ku naveroka pakêtê ji nirxandin û nîqaşa raya giştî re nehat vekirin, bidawîbûn û aşkerakirina pakêtê jî timî paşve hat xistin.”

NÊZÎKATIYA PAŞVEXISTINÊ, BAWERIYÊ NADE

Balûken ragihand ku beriya her tiştî ev helwesta paşvexistin û mijûlkirinê ya hikûmetê, helwesteke demokratîk nîne û baweriyê nade û wiha peyivî:

“Tevlîkarî, parvekirin û zelalî pîvanên jêveneger ên demokrasiya pirrengî ye. Eger pakêtek dê bê amadekirin, beriya her tiştî divê ji nîqaşkirinê pêşkêşî raya giştî ya demokratîk bê kirin û ji nêrîn û pêşniyaran re bê vekirin. Diyar e ku pakêtek ji tevlîkarî, parvekirin û zelaliyê dûr, dê bi kêrî demokrasiyê neyê.

Hikûmetê rêyek berevajî vê şopandiye, li pişt deriyên girtî, ji raya giştî, ji aliyan û ji gel dizî, amade kiriye. Ev nêzîkatiya hikûmetê bûye sedem ku pakêta di 30’ê Îlonê de aşkera bike, ji niha ve bibe mijara nîqaşan.

Pakêteke ku bi rêbazên ne demokratîk hatiye amadekirin, dê naveroka wê çawa demokratîk be? Ev pirs, cihê xwe yê di rojê de diparêze.

AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DI BIN GEFA GIRAN DE YE

Pakêtên ku heta roja îro ji aliyê vê hikûmetê ve hatine aşkerakirin, di şûna dagirtina valahiyên demokrasiyê de, hîn bêtir rê li ber valahiyan vekirye. Li gel ewçend pakêtan jî, azadiya raman, rêxistinbûyîn û siyasetê îro jî di bin zextê de ye. Bi hezaran girtiyên siyasî li girtîgehan dîl girtî ne. Rêyên siyaseta demokratîk û temsîlkariya demokratîk xetimîne. Azadiya çapemeniyê di bin gefeke giran de ye. Piştî ku her pakêt hat aşkerakirin, derdor hîn bêtir li azadiyê teng bû.

Li Tirkiyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi şer û xwe dispêre muzakereyê, ji bo bicihanîna mafên azadî û demokrasiyê, pêwistî bi têgihiştin û çandeke berfireh a demokrasiyê heye. Em dixwazin bêjin; di şûna rêvebirina pêvajoya çareseriyê de, derxistina pakêtên sivikkirina bar, dê bi kêrî çareseriyê neyê.

Eger bi hezaran girtiyên siyasî dê li girtîgehan bên ragirtin, benda hilbijartinê neyê daxistin, astengiyên li pêşiya siyaset, azadiya rêxistinbûyîn û ramanê dewam bike, TMK neyê rakirin, TCK neyê guhertin, malên cem ji bo îbadetê neyê vekirin, dadgehên bi erka taybet wezîfeyên xwe dewam bike, qedexeyên li ser çalakiyên demokratÎk dewam bike û Tirkiye di rêya xwe ya ber bi dewleta polîsan ve her bimeşe, hingî pakêta were derxistin mîna pakêtên din wê bi kêr neyê û bi tenê bibe pakêta AKP’ê.

Diyar e ku pirsgirêka heyî pirsgirêka naskirin ne naskirina gelê Kurd e, eger tê naskirin hingî divê ji ziman, nasname, statu û vîna wê re hurmet bê nîşandan. Divê hikûmeta AKP dest ji helwestên xwe yên otorîter berde.

ANF