Amerîka, Rusya, Suriye û bê rêziye li hemberî mirovan.

Amerîka, Rusya, Suriye û bê rêziye li hemberî mirovan.

Emerîka wek parizemînek xudan bêhtirîn hêza afrandina zanistê ye. Guman têde nîne ku zanistên wan jî curbicur in û ji bo firotina wan, pêdiviya wan bi bajêrên curbicur heye. Lê belê wan tevahiya afirêneran kêşandine nava xwe de û îro afirandina tekinolojiyê, elektronîkê, ya çekan, zanist û teorşyên hemecûr di destê wan de ye. Gelek civakên xudan hêz û hizir hene û dikarin tiştên wan li gor daxazên xwe bikirin û rê naden li derveyî daxazên xwe. Bi vî awayî Emerîkiyan neçar didkin ku tiştên din bikin.

Lê heger Emerîkî xudan wê hêzêne ku van hemî zanistan bi afirînin, gelo ma wan jî ew hêz nîne ku bajêrên firotina berhemên xwe li hindek deverên din li gor xwe saz bikin? Bi taybet heger mirov bajêrê firutinê bi zelalî berçav bixe ku ev cîhana tejî welatên xudan hizir lawaz û kurt bîne? Gelo ma ew nikarin ku bajarên firotina çekan, elektronîkê, teknolojiyê, mafê mirovan û gelek tiştên din jî amade bikin û kengî û li kû  derê çi bixazin bifiroşin? Bi taybet di nava dever û welatên hizir lawaz yên berçav de?

Rusiya helgirê ala komînizm û sosyalîzmê bû, nunerê doza karkeran, berdevkê mafê gelan, di demekê de xudan hêza yekem yan ya duwem bû. Her li destpêkê û bi taybet piştî sala 1990 bi tenê astenga bû bajêrên Emerîkiya çê dike û dibêje, eger para min jî nedî ezê astenga bo te çêbikim. Di dawiyê de jî Emerîka daxaza wan û feydê xwe danî hember hev û her tim li gor encamên wê biriyara erê yan jî ne didaye.

Zelaltir bêjim heger di gel para Rusan de jî feydeyê Emerîka hebe û yê baş be, eve para wan daye û piroje jî gehandiye encamekê. Berovajî heger feyde kêm be ji xwe dest jê berdane. Guman têde nîne ku gelek argumanên Rusya hene bo asteng kirina projeyên Emerîkayê. Mînak dibeje: ev helwestê Emerîkiya li dijî berjewendiyên gelane, yan dijî berjewendiyên mirovayetî û sosyalîzmê ye, yan dijî denge û hawsengiyên navdewletîne û gelek tiştên din jî dike hêcet.

Surye û Esed jî bixazin û nexazin bajêrekin ji gelek wan bajêrên din yên berhemên Emerîka û ne tişteke din jî. Ji xwe heger mirov karigeriya Emerîka ya li ser Siudiya û Turkiyê berçav bigre û her weha karîgerî û piştevaniya Tirka û Siudiya jî li ser serheldêrên Sune û mezihebên suriyê bîne bîra xwe hawkêşe hindekê zelaltir dibe.

Bi wateyeka din mirov dibîne ku Emerîka bi çi awayî Suriye li hev xistiye. Lê heger asta hizira Suriyê û Esed ji têgehişitina hawkêşa navborî biçuktir be, yan jî têbigehe û xwe jê nedîtî bike û wek kesê nemelevan û nav avê de dest davê je mar jî û bibîne destê xwe bavêje Rusya, vêca ew ne pirsa me ye. Her wesa em jibîr nekin ku Rusya dê vê carê para xwe zêde bixwaze. Ji ber ku her diçe û argumentên wan bê watetir dibin û di heman demê de, Emerîka hema-hema piraniya bajaran bi dest dixe. Bi wateyek din hemû tev de 4 yan jî 5 bajêrên mane ku Emerîkî bi dest bixin.

Zelaltir bêjm; hindî hejmara bajêrên Emerîkiyan zêdebin û yên bin bandora Rusan kêmbin, dê Rusiya para xwe bêhtir bixaze.

Di dawiyê de mirov dibêje her bijît, birastî jî her bijît.

Gelo ma ev hemû pirsên siyasî û polîtîkyên her cure û yên care çawa dikare di demekê de di nava heman ol û heman mezheb û heman netewe û gelek caran jî di nava heman welatî de xelkê berde stukura hev, têk berde û ji bo wan jî bi dehan hukar (argumentan) amade bike?