Belavkirina vîdeo ên Ocalan bandorê li pêvajoyê nake

Belavkirina vîdeo ên Ocalan bandorê li pêvajoyê nake

Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de axivî û li ser pêvajoya çareseriyê sekinî û got: Pêvajoya çareseriyê hindik maye têk biçe û diyar kir ku, sebra kesî nemaye.

Demîrtaş got: We pêşberî raya giştî soz dabûn û gotibû ku: ’Emê aştiyê bînin û şer biqedînin; emê demokrasiyê saz bikin; em girêdayî danezana 21ê Adarê ne lê ev saleke ku PKK dersînor bûye û li wir sekiniye, dê heta hetaniyê li wir bin qey? Dê ji çiyê danekevin? Ka zagona vê karî? Muzakere berdewam in, em 16 caran çûn Îmraliyê, ka zagona vê? Xema AKP`ê ewlehiya gel nîne, derdê wan ewe ku ew ji 30`ê Adar`ê derbas bibin, Ji bo ewlehiya xwe cihê bi hezaran polêsan diguherînin.

Demirtaş destnîşan kir ku, ji bo pêvajoya çareseriyê xirab nebe ew bi dil û can dixebitin û wiha pê de çû: “Hin kes li benda ’xerabûna pêvajoyê’ ne, hin kes jî dibêjin ji pêvajoyê ’tu encamek dernakeve, yên ku wiha dibêjin bila kerem bikin herin di eniyan de şer bikin û li pêşiya eniyê bisekinin, bila hin ji we herin refên PKK`ê û hin ji we jî herin refên artêşê xwe jibo şer amade bikin. Heke hûn şer naxwazin û dixwazin çareserî çêbibe hûn cerdê nadin ser me hûnê bidin ser hikûmetê.

Demirtaş li ser dîmenên Ebdullah Ocalan yên lêpirsînê jî sekinî û wiha got:Ey kesên ku dîmenên 1999`an derdixe holê, ev gel dizane ku kî çi mal e, eger hûn bi rastî jî rêzê ji gelê Kurd re digrin, daxwazên gelê Kurd kifş in, hûn xwe bidin ber van daxwazan, vîdeoyê we yên çêker ne serê gel tevlihev dike ne jî li ser pêvajoyê bandor dike, Hûn bixwe bixwe temaşe bikin, li wê derê çi hatine gotin, di parastinan de çi hatine nivîsandin em baş dizanin.

Her yekî we ku 15 demjimêran bixin wê derê, hûnê hemû nirxên xwe bifroşin, êdî derbarê pêvajoya çareseriyê de dema gavavêtinên cidî hatiye, em di rewşeke wisa de ne ku, em dibêjin: Gelo pêvajoyeke çareseriyê heye an tuneye, li gor hikûmetê pêvajoya çareseriyê li holê tuneye, hemû hewildanên wan li ser kontrolkirin û bidestxistina dewletê û ewlehiya wane