Belê tu dîktotorî

Belê tu dîktotorî

Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Bekir Coşkun di nîvîsa xwe ya îro de carek din navê serokwezîr Erdoganî weke dîktator, danî.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan beriya du hefteyan di axavtineke xwe de diyar kiribû ku dema dibêjine wî ’dîktator’ ew xemgîn dibe.

Nivîskarê rojnameya Cumhuriyeta Tirkî Bekir Coşkun di nîvîsa xwe ya îro de ji bo Erdogan dibêje ’Bêyî guman tu dîktatorî.’ Bekir Coşkun dibêje: ’Tu hemîşe behsa sindoqê dikî… Ma ne Kenan Evren jî di sindoqê de derket… Ew jî ne 52 ji % dengan, 92 ji % dengan wergirtibû. Lê niha heger temenê wê ne mezinba di girtîgehê de bû…

Coşkun bang li Erdogan dike û dibêje ku tu destkariya hemû jiyana mirovan dikî û mînakjên wê jî weha rêz dike; Dê xoştivî li kê derê hev şabin, jin li kê derê zarokan bînin… Ji şanogeriyê heta peykeran… Ji destmalên serî heta bejna etegan… Ji cixareyê heta mastavê (dewê).. Ji temaşekirina televizyonê û heta siwarbûna tirûmbêlan… Tu biryar didî. Tu diyar dikî ka emê ji bo çi bigrîn û bo çi ture bibin…

Eve çawa rasthatine ku tu behsa çi bikî roja din li parlemenê ew dibe qanûn û dibe biryar…

Heger tu ne dîktator bî… Ji bo te çi? Ma çi karê te bi van tiştan ketiye?

Bekir Coşku dibêje: ’Xudanê hemû rojname û televizyonan tu yî… Ka bêje tenê sernivîser û nivîskareke ku tu jê hez nakî maye? Ne maye…

Eve yekemîn nîşaneyên dîktatoriyê ne… Ji xwe dîktator jî dibêjin ’ez ne dîktatorim’… Ji ber çi tu nabêjî ez ne endazyarê kimya me?

Ya baş ewe ku tu carekê kasedan dayne ser televizyonê û temaşeyê xwe bike… Dema tu tilya xwe weke wê pakera camê tirûmbêlên xirabûyî dihejînî…

Bêyî guman tu dîktatorî…

Rewanbej.net