Bêmal Tokçû jî jiyana xwe ji dest da

Bêmal Tokçû jî jiyana xwe ji dest da

Ciwanê Geverî  Bêmal Tokçû jî ku di merasîma cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlir û biraziyê wî Veysel Îşbilir de bi guleya polîsan birîndar bû, li Wanê jiyana xwe ji dest da.

Bêmal Tokçû li Navçeya Geverê ya Colemêrgê di merasîma cenazeyên Mehmet Reşît Îşbîlîr û biraziyê wî Veysel Îşbîlîr de bi giranî birîndar bibû. Bêmal Tokçû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yuzuncu Yıla Wanê lê ji ber mejiyê wî mir, di roja 4′an li Nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.