Bêminet û bi dildarî Rojnamevanî |Zanyar Umranî

Bêminet û bi dildarî Rojnamevanî |Zanyar Umranî

Ji Hewlêr ta Kobanî, Xelek 2
Bêminet û bi dildarî Rojnamevanî
Wergêr ji Farisî: Dêrsim Oremar

 

Lazim e li wir û ji wan kesan fêrî berxwedanê bibin. Hejmareke zêde ya kesên nêzî rêxistinê ku li Ewropayê dijîn xwe gihandine Kobanê û di roja şeşem a bûna me ya li wir de, sê kesên ku şêniyên welatê Swêdê bûn li Kobanê jiyana xwe ji dest dan.

 

Di beşa duyem a nivîsa xwe ya bi navê “Rêwîtî: Ji Hewlêrê heya Kobanê;  Ji bêliviyê heya Berxwedanê” de Zanyar Umranî qala gihiştina xwe ya Kobanê dike. Rêwîtiya wî 23´yê Cotmeha 2014´an ji Hewlêrê destpê kiribû.

Roja sêyem
Saet şeşê sibê bi dengê Mehdiyê ji xew şiyar bûm û bi wî kesî re axivîm ku qirar bû me heya Kobanê bibe. Min jêre got, em li Urfayê ne. Hevdîtina me saet neh û li gundekî nêzî Pirsûsê bû. Ber bi termînala bajêr bi rê ketin, li ser tenişta  mînîbusê navê Pirsûsê hatibû kotan.
Ajovan dibêje, saeteke din li cihê mebestin û zû dipirse dixwazin biçine Kobanê?! Ji ber rewşa ewlekariyê dibêjim ’’Na’’.
Lê piştî 20 deqeyan, deriyê axiftina me bi rêwiyan re vebû. Me hemseferek jî peyda kir. Wisa diaxive weke ku di rastiyê de rê nas dike. Xelkê Efrînê ye û ji bo parastina Kobanê ji Şamê derketiye. Bejinbilind e, riha wî tije ye û çavên wî yên mîhreban hene. Xwe dispêrim wî û telefonî navbeynkarî dikim ku qirar bû saet neh em hevdu bibînin û lêborîna xwe jê dixwazim.
Dema digehine xala lêpirsînê bêhna min diçike, bêhn dernakeve, lê baş e tiştek naqewime. Strês û kelecana zêde û sozên yeknegir û nediyar bûne sedem ku nizanim di binavkirina bajarê Pirsûsê de çi binivîsim. Ya rast neçûme tu deran, tenê li kolana ku buroya HDP´ê lê bû mam.

Avahiya HDP ´Mala Gel´ e
Avahiyeke çend qat ku di wan rojan de ji bo gelek tiştan bikar tê û ji ber vê jî navê ’’Mala Gel’’ lê kirine.  Ev buro niha ji penaberên Kurd yên Suriyê tije bûye, di nav wan de çend birîndar jî xuya dikin. Di axiftineke kurt bi berpirsekî buroya Mala Gel re, wî amaje bi zêde bûna pirsgirêkên awareyan kir. ’’Dewleta Tirkiyê îdîa dike ku nêzî 200 hezar aware hewandine, lê di rastiyê de heft hezar kes hevandine û kar û barên yên mayî partiya me û 40 saziyên sivîl û medenî li seranserê Tirkiyê girtine ser xwe; ji dabînkirina konan bigre heya hevkariyên madî û xwarin û vexwarinê.’’
Berpirsê peywendiyên derve yê HDP´ê li Pirsûsê, Mehmet Doymaz ji rewşa nebaş a penaberan bi gîlî ye û dibêje: ’’ Zêdetirî sed hezar kesan piştî êrişa DAÎŞê hatine Pirsûs û gundên derdorê. Me şiyanên dewletê nînin, lazim e di vê der barê de dewlet hevkariya me bike.’’
Bi êrişa DAÎŞê bo ser Kobanê di rojên yekem de, xelkê bajêr bi komî bajêr ber bi Tirkiyê terikandin û di heman rojê de 300 ciwanên Kurd ji aliyê eskerên Tirkiyê ve hatine binçav kirin. Zexta raya giştî û xelkê bakurê Kurdistanê bû sedem ku di wan rojên şepirze de, sînor li ser xelkê helatî bê vekirin.

Kurd li penaberan xwedî derdikevin
Zêdetirî 150 hezar kes bûne penaber û li bajarên Urfa û Pirsûsê hatine bicîh kirin. Li gorî gotinên Mehmet Doymaz dabînkirina pêdawîstî û tiştên sereke yên jiyana wan hejmara penaberan li ser şanê xelkê, partiyên Kurdî û 40 saziyên sivîl û medenî yê seranserî Tirkiyê bûye û dewleta Tikiyê berovajî îdîayên xwe ji vê hejmarê tenê pêdawîstiyên nêzî 6200 kesan girtiye ser xwe.
Wî di bersiva pirsa min ya nirxandina wî ya derbarê gotinên Erdoxan yê ku gotibû, Kobanê li derveyî sînorên Tirkiyê ye û peywendî bi wan ve nîne, dibêje: “Rast e, ev sînor sînorekî navnetewî ye, lê ji aliyê me ve tu fermîyeteke wî nîne! Ev bersiva rêk , peywendiya şoreşa Rojava bi hereketa bakurê Kurdistanê re nîşan dide.”
Biryar bû konferansek bi beşdariya nivîskarên Kurd û Tirk ji bo piştgîriya bi berxwedana Kobanê re bê lidarxistin, ji ber vê jî wan rojan ev der ji rojên berê qelebalixtir bû. Bi hatina nivîskarên qat û rîbatên ûtîkirî, nêzî 50 peyamnêr û ajansên Nûçeyan bi kamerayên xwe dest bi şopandin û veguhestina nûçeyê kirin. Konferans bi zimanê Tirkî û di salona konferansa buroya partiyê de hate lidarxistin.
Li dîwarê pişta dikê, wêneyê dawî yê serokê PKK, Abdulah Ocalan bi mû û simbêlên spî, hatiye hilwasîn. Tevî ku Tirkiya min ji sê peyvan zêdetir derbaz nabe, lê hest dikim derbarê aştî, dostanî û tiştên wisa diaxivin.
Zilamê ku hevalan karê me bi wî re eyar kiri bû, hat û got, çênabe û waz lê bînin.
Qeymeqamê bajêr, sînorvanên Tirk û dijwariya rê weke egerên mumkîn nebûna çûyîna me nîşan da. Lê ev yek mijarên nû nebûn. Çûme cem serokê navendeke girêdayî û min mesele jê re got. Ew jî îqna nebû û mafdar jî bû.
Di vê navberê de jineke nav salî hate hundir. Endama meclîsa jinan a kantona Kobanê bû. Min mesele jê re got, berê xwe ji meselê dûr dixist, lê min nîve-sozek jê stand. Çend saetan ji holê wenda bû û piştî ku hat, û piştî nîqaşeke dûr û dirêj a hat û çûyê…berpirsyartiya her bûyereke mumkin kete stuyê me.
Çend kesên din jî di vê beşa çîrokê de hebûn, lê ji ber sedemên ewlekariyê naçime nava hûrguliyan. Çend hejmarên telefonan hatine dest bi dest kirin ku dema çûnê diyar dikirin.

Li nav ´Heval´an
Piştî tarîbûna dinyayê bi mînîbuseke spî û di şert û mercên dil westêner de piştî 20 deqeyan em gihiştine nava yekem gundê ku hatibû eyar kirin, beriya çûna nava gundê din nîv saetê em li gundê yekem man. Dewleta Tirkiyê destûra valakirina wan gundan daye û diyar e nikare wan gundan kontrol bike, ji ber ku wêneyê çend rêxistinên nefermî yên Kurdî li ser dîwarê deriyê hinek malan hatibû helwasîn.
Em çend saetan li malekê man, da hemahengiya dawî û girîng bê kirin. Dostên ku bi peyva “Heval” bangî hevdu dikirin û navên xwe yên eslî nedigotin, çend pirs ji me kirin û careke din gotin, nikarin me derbazî aliyê din bikin. Beriya bi çend saetan eskerên Tirk sê kes brîndar kiribûn û li ser sînor rewş awarte ye.
Bi yekî ji wan hevalan re ketime axiftinê û ew xwendekarê bijîşkiyê bû. Bêzar bûbûn. Îqnakirina wî nêzî du saetan dewam kir. Li gorî berpirsyartiya wan mafdar jî bûn. Bi dubarekirina çend-care ya qebûlkirina vê metirsiyê em jî tevî grûbeke hevalan ku qirar bû biçine eniyên şer, ber bi Kobanê ve bi rê ketin.
Mihemed Elî û Dijwar hevkariya me kirin, neku çenteyekî me dima. Bi maçkirin û xatirxwestina ji keç û kurên gund ku kar û barên hemahengiyê dikirin, careke din bi heman mînîbusa spî, me çend kîlometroyên din derbaz kirin. Saet du û nîvê şevê bû û êdî em nêzî sînor bûn.
Dengê reşaşa gule û topan dibû sedem ku rêya xwe wenda nekin. Gelek odeyên şopandinê li ser sînor diyar bûn. Nêzî saetekê li pal avahiyeke xirabbûyî em man û hinek razan, dema bi dengê hevalan ji xew şiyar bûm, lerizîm. Niha em zêdetirî 40 kesan bûn, rêzan hat û hin tişt ji me re gotin ku min ji bo Mehdiyê jî tercume kirin.
Di xema xwe û wê de bûm, min hest dikir ku hê jî rêyeke vegerê maye, ji ber ku mînîbusa spî hê jî li vêderê bû. Min dizanî ku em diçine nava bajêrekî ku DAİŞê hemû çekên Mûsil û Reqayê gihandine sînorên wê, lê me biryara xwe dabû…

Roja çaran
Li ser zik, pişt serê rênîşander û bi çantêyên giran li ser erdê zeviya ter, bi nefesên birî birî û dest û piyên birîndar, me nêzî kîlometroyekê bi rawestanên berdewam rê derbaz kir. Dengê guleyekê nehat. Ser û dest û piyên min li fêqiyên baxekî mezin ku Sûriye û Tirkiye ji hev vediqetand, diket. Di nava vê rewşê de min dixwest bizanim ka bîstanê bacan, xiyar yan mozan e.
Di xema Mehdiyê de bûm, ji min hinek paşdetir bû. Hêvîdar bûm çend deqeyên din jî bar giraniya canteyê xwe tehemul bike. Piştre ji min re got, Mihemed Elî di vê rewşê de fêkî spî kirine û îkramî wê kiriye.
Bi îşareta hevalekî rabûme ser piyan û bi hêza xwe hemûyî min baz da, min xwe gihande têldiriyan, dengê gule û ajîrê, bêdengiya zeviyê şikand. Hevalan beteniyek avêtine ser têldiriyan û em bi lez çûne nav xaka welatê mebest.
Êdî eskerên Tirka mafê gule avêtinê nebûn. Lê henekê min pê dihat. Yeqînim ger li Îranê ba heta Kobaniyê jî gulebarana wan berdewam dibû. Dema em gihiştine derdora Kobanê, min ji hevalan derbarê fêkiyê baxçe pirs kir, gotin bacan bûn.
Heval ji Kobanê bi trempêlekê ku rêya bajêr nîşanî me dida, hatine pêşwaziya me. Cilên me yên qetiyayî kenek ku bi dil bûna rewşê nîşan dida li ser lêvên me neqişand. Hewe hewa seyên mecnûn bêdawî bû. Piştî têperandina du kîlometroyan em gihiştîne yekemîn xala lêpirsîna bajêr.
Alên YPG û YPJ´ê lê hildayî bûn. Wêneyê rêberekî ku li aliyê din yê sînoran di girtîgehê de, rêbertiya vê herêmê dike li odeya xala lêpirsînê hewasîbû. Çend nûciwan çek li mil bi îkramkirina cixareyan, gihiştina me pîroz kirin.
Piştî nîv saetê û dabeş kirina grûba me ya 40 kesî bi çend grûbên biçûktir, bi trempêleke Toyota ber bi wê malê ve ku qirar bû em lê bimînîn, me da rê, em gihiştinê. Mehdiye bo odeya jinan û ez jî birime odeya zilaman. Gilop vemiriyayî bûn, piyê min li kilaşnîkofeke aliya û matmayî mam. Di nava wan hemû mirovan de ku piştre çend ji wan bûne hevalên min yên herî baş, di hat û hewara hawanan de ji ber mandîbûnê raketim.
Ji dema gihiştina me bo Kobanê heya vegera Diyarbekirê ku 10 roj bûn, ji xeynî çend xêzan ne li pey hev hêza nivîsandina berdewamiya bûyerên rêwîtiyê di min de nema. Ew yek jî ji ber atmosfera nû bû ku bi kûrbûna di nav de dibû sedema zuha bûna pênûsê.
Li cihê wê heya ji min dihat min fîlm qeyd kir, belkî dîmen bikarin hinek bêhtir awaya jiyana ku nayê wesifkirin û kême vebêje.
Xweziya min karîba li wir sefernameya xwe bidawî bikim. Ji ber ku li Kobanê hemû munasîbetên normal bûyî yên jiyana rojane têne hilwisaşndin, nivîsandina bûyerên berê li wî bajêrî, hem nahên fam kirin û hem jî bi tu peyvekî nayên wesif kirin.
Ji destpêka çûna me ya wî bajêrî neçarim mukir bêm ku hemû tiştên ku min berê nivîsîne xiyaneteke mezin li hember awayê vê jiyana nû ye.
Sibeha yekemîn rojê min hinek kes dîtin ku niha bîriya wan dikim. Dibe bê pûtedan li kêleka hin kesan derbaz bibim ku niha rûyê wan di dilê axê deye. Cihê ku em lê diman, mala yek ji wan malbatên penabere ku xwedê dizane li kîjan kampê, srirr û seqemê emana wan biriye û nanhênerê malê li kîjan xwaringehê pereyê kirêya hat û çûya xwe ji xwediyê kar yê pitpitker distîne.

Qehremanên nûçeveguhêz
Lê niha evder êdî jora me bû, hîç nebe heya dema ku gule hawanek lê nekeve.
Jora me ji peyamnêr û rojnamevanên ku ji bo ajansên nûçeyan û televîzyonên nêzî PKK´ê nûçe û raportan amade dikin tije ye.
Hawar News, DİHA, Firat News, Azadiya Welat û Ozgur Gündem, Televîzyona Ronahî û Stêrk ji serekîtirîn medyayên nêzî PKK´ê ne. Wan rojnamegeran bi berdewamî û bi guhertina endaman ji rojên destpêkê ya şer, nûçe vediguhestin.
Dengê jeneratorên elektrîka vê malê ewqas serêşe dianî ku min hêvî dikir yek ji wan gule hawanan karê wê bi dawî bike.
Mehdiye jî tê, kêfxweş û bi heyecan e. Şert û mercên karê profesyonel dibine sedem ku bê dilman em rêya xwe ji hev cuda bikin.
Ji ber vê êdî di sefernameyê de hizûra wê weke berê pir reng diyar nabe, lê mîhrebanî û kenên wê ma dê bêne ji bîr kirin.
Cudabûna bingeha hizriya me û cîhanbîniya cuda, rêya me ji hev cuda dike û her yek ji me bi şêwaz û awayekî cuda dê bûyereke hevbeş vebêje.
Li derveyî buhadanê, ev yek di navbera min û Mehdiyê de hebû. Acizbûn û dilman jî beşeke din ya rewşa wan rojên me bû.  Heval Ferhad hêrsbûna xwe li ser serê min û min jî li ser serê Mehdiyê û wê jî li ser min betal dikir. Ferhad ku niha êdî rojnamevanekî naskiriye nikare bi farsî û İngilîzî biaxive, ji ber wê jî hêrs bûna ji îsrarên Mehdiyê li ser serê min ê hev zimanê xwe betal dike û cardin Mehdiye dibêje heyf e ku ez bi zimanê wan nizanim. Min roja yekem raste rast jê re got: baştir e ku tu nizanî!
Ferhad ku kesê serekî û rêkxerê kar û barên ragehandin û medyaya navendên ragehandina YPG´ê li bajêr e, dipirse kî em bi wî dane nasandin û bersiva min wî mişawiş û tevlihev dike û ji ber vê destûra girtina min da!
Henekbar e, ger qirar be li girtîgehê ava sar vexwem, Tirkiyê baştir û bê xetertir bû, wekî din min bi çi rûyekî bigota di rojên dijwar yên berxwedana Kobanê de, ez di girtîgeha YPG´ê de bi girtiyên DAİŞê re hevbend bûme!
Bi navbeynkariya heval Dinyayê ku ji endamên navenda ragehandina partiyê ye, rewş aramtir bû û bawer dikim di roja vegera me de Ferhad bi xwe jî çend deqeyan bêriya me kiribû. Di 50 rojên borî de Ferhad gelek şikestiye, dema wêneyên wî yên beriya berxwedanê dibînim matmayî dimînim. Bi gotina “Tenê heya dusibe” me dema mayîna xwe zêdetir kir.
Hêdî-hêdî me heval nas kirin, bi piranî mîhreban û bi îrade ne, raportan saet bi saet vedihuhêzin; yek bi laptopê, yek bi tabletê û yek jî bi telefonê. Keç û xortên ku di wan şert û mercên dijwar de bi dilxwazî xwe gihandine Kobanê, ne pitepitê dikin û ne jî minetan li kesî/ê yan rêxistinê. Ev yek heman xala wendabûyî ya opozisyona Îranê ye.

“Lazim e li wir û ji wan kesan fêrî berxwedanê bibin”
Li Îranê her kesê du mehan di girtîgehê de maye, dema ji girtîgehê derket vê dike henceta wergirtina mafê penaberiyê li welatên ewropî û piştî derketina ji welat ji dinyaya siyasetê xatir dixwaze û di bîranînên neviyê xwe de jî behsa wan du mehan dike, neku hikûmetek tê ser kar û ji bo wan du mehan pereyekî jêre vebibire.
Lazim e li wir û ji wan kesan fêrî berxwedanê bibin. Hejmareke zêde ya kesên nêzî rêxistinê ku li Ewropayê dijîn xwe gihandine Kobanê û di roja şeşem a hizûra me de, sê kesên ku şêniyên welatê Swêdê bûn li Kobanê jiyana xwe ji dest dan.
Çend rojan carekê hev-jorên me têne guhertin, berê min wisa fam kir ku keyfa wan bi me nayê, ji ber vê jorê diterikînin, lê piştre min zanî ku berdewam malan diguherin û bi hatina hêzên nû, bi xwe vedigerin bajarên xwe yan diçine Stenbolê. Zêdetirî wan kesan ciwanên dilxwaz bûn ku li zanîngehên Tirkiyê di beşên komunîkasyon, rojnamevanî û sînema xwendine yan jî dixwînin.

Ne kum ne jî êlekê gulebir li ber kesekî nîne. Vê yekê bi sembola cuda kirina xwe ji refên şervanan dizanin. Ev xemsariya wan ger nêzî aqil jî nebe, ne bêtam e mîna karê peyamnêrên ku li aliyê din yê sînor in, kum li ser û bi êlekên gulebir, li ser tepolkên Pirsûsê li benda bilind bûna dûkelê ji Kobanê.