Berfê li Bakûrê Kurdistanê jiyan tewizand

Berfa îsal jiyana rojane ya Bakurê Kurdistanê tewizand. Ji ber barîna dijwar riya bi sedan gundan hatin girtin. Li hin bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê dibistanan ji bo xwendin rawestandin.
Ji ber barîna berfi dijwar li Bakûrê Kurdistanê jiyan li gelek bajaran tewizî. Her weha rya hatin û çûna bi sedan navçe û gundan hate girtin. Li bajarên Amed, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Wan, Agirî, Mûş, Bêdlis, Semsûr, Elezîz, Dêrsim û Êlihê têkiliya bi gund û navçeyan re qut bû û her weha hin navendan jî dibistan hatine betalkirin.
Ji aliyê din ve berf û serma gehişte Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî. Li bajarê Duhoka Başûrê Kurdistanê û Qamişloya Rojava jî berf barî.