Berhem Salih: Pêwîstiya YNK’ê bi reforman heye

Berhem Salih: Pêwîstiya YNK’ê bi reforman heye

Cîgirê duyemîn ê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih diyar kir ku têbiniyên wî yên vekirî û eşkere li ser siyaseta YNK’ê hene û ne bi tenê ye.

Berhem Salih di hevpeyvînek ligel rojnameya Şerq el-Ewsed de destnîşan kir ku ew ji proseya siyasî û serokatiya YNK’ê venekişiyaye û wiha got: “Lê têbiniyên min ên vekirî û eşkere li ser YNK’ê hene. Ez ne bi tenê me û gelek kesên di nava YNK’ê de xwediyê heman fikrî ne.”

Salih da zanîn ku pêwîstiya YNK’ê bi reformên bingehîn heye û ragihand: “Cûdabûna Tevgera Goran agehdarkirinek di vî warî de bû, lê bi awayekî mantiqî mamele ligel nehat kirin.” Cîgirê duyemîn ê sekreterê giştî yê YNK’ê Berhem Salih da xuyankirin ku berî niha ji sedî 85’ê xelkê piştgiriya PDK û YNK’ê dikirin û got: “Lê niha ew piştgirî ji sedî 56 derbas nake. Lewra nabe kesên serbixwe yan jî kesên alîgirê hinek partiyên din ji rêvebirina welat werin dûrxistin.”

ANHA