Berhem Salih:”Serkeftina hilbijartinan serkeftina ezmuna demokrasî û îradeya gele”

Berhem Salih:”Serkeftina hilbijartinan serkeftina ezmuna demokrasî û îradeya gele”

Cîgirê sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih ragihand ku Rabûna Yekîtî bi rêzgirtina li biryara gel û guhdarkirina gilî û rexneyên wan dibe.
Roja 26/9/2013`an li bajarê Hewlêrê cîgirê sekreterê giştiyê Yekîtiya  Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih ligel perlemanterên xula berê û çend kadroyên pêşketî yên Yekîtî civiya.

Derbarê hilbijartinên perlemana Kurdistanê Dr.Berhem Salih da zanîn ku, serkeftina hilbijartinan serkeftina ezmuna demokrasî û îradeya gelê Kurde û bi heman awayî serkeftina armancên Yekîtî ye û got: Digel ku ew li benda encamên fermîne lê encamên ne fermî cihê dilgiraniyê ne. Ew encam digel wê bandor û pêgeha Yekîtî ya ku heye nagunce,lê ji aliyekî din ve nîşaneyek girnge ku Yekîtî rêz ji îradeya gelê Kurd digre û parêzvanê hilbijartinên paqije.

Her wiha Dr.Berhem tekez kir ku qonaxek nû ya karkirina Yekîtî bo vejandin û vegerandina destpê dike her weha bo destpêkên rabûna Yekîtî û serxistina ezmûna xwe birêvebirinê ya Kurdistanê û got: Ji ber ku Yekîtî xwedî serwerî û pêgehek mezine di dilê gelê xwe de û bi îradeya reformê wê guhdariya li rexne û giliyên xelkê û endam û kadroyên Yekîtî bike û li jêr ronahiya bijardeyên cenabî Mam Celal ‌û dewamkirina rêbaza wî ew dikarin ber bi nûbun û rabûnê ve biçin.

Piştre hejmare ji kadroyên pêşketî yên YNK’ê bîr û têbîniyên xwe li ser bi dawîhatina hilbijartinan û pêşeroja YNK’ê anîn ziman,û tekezî li ser rabûn û vejandina Yekîtî kirin.

Puk media