Berheva Sînemeya sedsalekê ya Tirkî Tuncel Kurtiz jiyana xwe jidest da

Berheva Sînemeya sedsalekê ya Tirkî Tuncel Kurtiz jiyana xwe jidest da

Sînemevanê Demokrat, Lîstikvanekî hunermend, mirovekî navdar yê nîv Tirk nîv Boşnaq Tuncel Kurtiz jiyana xwe jidest da.

Tuncel Kurtiz, lîstikvanekî jîr û jêhatî bu ku temenê xwe nîvî di nav sînemeya Tirkî de bihurandibû. Tuncel Kurtiz di dehan şanoyan de leyistiye û di dehan filman de gelik kesayetên cûrbecûr leyistiye.

Hate diyarkirin ku dema sibehê ji werzişê hatiye li mala xwe ketiye û miriye. Bi mirina Tuncel Kurtiz re bi sedan nas û dostên wî herikîne mala wî.

Listikvanê navdar di bînaya Bogaziçî ya kolana Ovun a Stenbolê de dima. Vê sibê demhijmêr 10:00 di mala xwe de mirî hate dîtin.

Li gorî zanyariyan Kurtiz ji daniştokê ku li ser runiştî ketiye û serê wî li dîwar ketiye. Hevsera wî Mened Kurtîz dema ji derveve tê wîya li erdê bêliv dibîne. Piştî ku hevsera wî û cîran bangî xizmetkarên tendrustiyê dikin, ewan dibînin ku Tuncel Kurtîz jiyana xwe jidest daye.

 

Tuncel Kurtîz kî bû?

Tuncel Kurtiz 1 ê Sibata 1936 ê li Izmît, Kocaeliya Tirkî hatiye dinê. Kesekî lîstikvan, rêvebir, derhêner û sênarîstê sînemê ye. Tê gotin ku bavê wî Tirke û li Selanîkê hatiye dinê, dayika wî jî Boşnaq e. Di Zankoyê de di demeke kin beşa dadaweriyê, paşê jî filolojî, felsefe û derunnasî yê paşê jî beşa dîroka hunerê dixwîne. Lê ji yekê ji van jî biser neket. Hunermend Kurtiz di sala 1959 ê de di şanoya Dormen de dest bi lîstikvaniyê dike. Di dewrê gelik filman de dilîze. Bi Filmê “Kerî” (Sürü) ku bi Sînemevanê Kurd Yilmaz Guney re kişandî gihişte asteke bilind di sînemê de.

1981 ê di Mihrîcana Filman ya Pirteqala Zêrîn ya Entalya de xelata Senaryoya herî baş ya ku ji bo filmê Gul Hesen nivîsî wergirt.

2006 ê di rêzefilmê HECÎ, 2007 ê ASLI de leyist.

Sala 2009 ê bi leyistina di filmê AZARA PAYIZÊ (Guz sancisi) bi navê Kamil Efendî ve êdî xwe bi hemî temaşevanan bêhtir dida hezkirin.

Di rêzefilmê EZEL de bi navê Ramîz Karaeskî ve xwe di dilê herkesî de bicî kir.

Hunermendê navdar li gel bi dehan xelatên navnetewî di Cotmeha 2011 ê de di Mihrîcana Filman ya Pirteqala Zêrîn ya 48. De xelata Rûmetê ya Tevayî Temenî wergirt.

Hunermendê navdar li gel Yilmaz Guney di gelik filman de leyistiye û hertim piştevaniya wî kiriye.

Tuncel Kurtîz îro di 77 saliya xwe de jiyana xwe jidest da.

Bi taybet Tirkî û herkesên ku wî dinasin îro bi gotin û peyvên wî , bi helbestên wî, hunermendê navdar bibîr tînin.

Rewanbej.net

 

LI GEL YILMAZ GUNEY LI FRANSA DI KIŞANDINA FILMÊ DÎWAR DE