Berîvan bû şehîda nav û namûsa Kurdistanê

Van rojan bûyer belav bû, ku li Kobanîyê, di şerê dijî wehîşan, berçûyên mirovayê, gemar û çepelên musulmanên fundamêntalîst û radîkal da doteke kurdan ya bi navê Bêrîvan ji bo nekeve li ber destên çepelan gulla dawî berî li xwe daye û xwe kuştîye!..
Dota kurdaye delal û mêrxas, Bêrîvan!
Ew gulla dawî gere te berî cênîka xwe neda, gere te ew gulle berî cînîka berpirsyaran û serokan, fermabdaran û rewşenbîrên kurd bida!..
Pê wê gulla xwe ya dawî te kurd û Kurdistan şermezar kir!..
Gelo ne bese, ku van keçên delal, qîzên kibir di nava şeran da em werbigirin?!..
Çima mêr qelyane, wêran bûne, ku van keçên desthine davêjine li nava deşta şêr?!..
Vê bûyera kuştina Bêrîvanê bûyereke bêtirî 20 salan anî bîra min. Bûyera Binefş Egala êzîdî ya bi navê dîsa Bêrîvan! Ya ku li Kurdistana bakûr, di nava refên gêrîlayên PKK da dîsa usa kir, gulle berî xwe da, ku nekeve destê tirkan!..
Vê bûyera kuştina Bêrîvanê bûyera qîz û bûkên Şengalê tînine bûra me. Li Şengalê jî heya niha usane: dotên êzîdîyan ji bo nekevine destê wehîşên musulmanên gemar, xwe ji kendalan da davêjin û dimirin. Keç û bûk û qîzên ezîdîyan ji bo nav û namûsa xwe li Mûsilê xwe dixeniqînin, xwe jerdedayî dikin!..
Bi rastî, ji bo vê Bîrîvana kurd ya bi navê Sosina ji Batmanê em gelek li ber xwe dikevin!.. Vê keçika delal dikribû zarên bedew û kemal li dinê xista… Zarên welatparêz û hêja! Lê sed mixabin… Ew li bextê xwe şa nebû… Yazîya wê jî wek yazîya gelê me ye!..
Bila rehma Xwedê Bêrîvan-Sosinê be!..
Bila wê dinê ew li bext û mirazê xwe şa bibe!..
Min tirê îro min qiza xwe-dota êzîdîyan unda kirîye!..
Ez şerm dikim!..