Berya her tiştî divê terorîst bêne rawestandin.

Berya her tiştî divê terorîst bêne rawestandin.

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihandiye ku jibo çareseriya aloziya Sûriyê divê terorîstan bidin rawestandin û gel tevî partiyan bikevin diyalogê û hikûmetek demî a veguhastî bê avakirin û piştre jî hilbijartin bêne kirin.

Di hevpeyvînekê li gel televizyona CBS de Beşar Esed li ser pirsa ku jibo sekinandina şer li Sûriyê çareseriya ku ew dibîne çawaye got: Berya her tiştî divê terorîst bêne rawestandin.

Esed berdewam kir û got: Piştî sekinandina şer, gel û partî wê bikevin diyalogê û piştre hikûmetek demî ya veguhastina desthilatê bê avakirinê û piştre wê derbasî hilbijartinên parleman û serokatiya komarê bibin û ji bo vê jî berya her tiştî divê çek bêne rawestandin.

Sebaret bi idîayên ku rêjîma Sûriyê çekên kîmyawî bikar aniye jî Esed ev yek red kir û diyar kir ku, tiştekî ne mantiqiye ku dema şanda Neteweyên Yekbuyî li Şamê ne û çekên kîmyawî bêne bikaranîn.

CNN